Daxwaza hevdîtina malbatan bi Ocalan re hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 malbatên girtiyan hate redkrin.

Daxwaza hevdîtina malbatan bi Ocalan re hate redkirin
8 kanûn, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, xwîşka wî Fatma Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç duh ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdan red kir.

Her wiha malbatên girtiyên li Imraliyê yên Hamîl Yildirim, Omer Hayrî û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin lê Serdozgeriya Komarê bi hincetên derhiqûqî serlêdana malbatan qebûl nekir.