Çalakiyên Êlekzeran berbelav dibin

Li paytexta Parîsê ji ber çalakiyên ‘Êlekzeran’ rojeke derasayî heye. Gelek kes hatin destgîrkirin û pevçûnan dest pê kir.Her wiha li Brukselê jî çalakiyan dest pê kir û gelek kes hatin destgîrkirin.

Çalakiyên Êlekzeran berbelav dibin
8 kanûn, 2018   12:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parîsê heta saet 12.00’an 541 kes ji hêla polîsan ve lêpirsîna wan hatiye kirin û ji van 272 kes hatine destgîrkirin.

Li Grenobleyê kesekî ku tê gotin lîderê Êlekzeran e, bi hinceta çalakiya bêdestûr hate destgîrkirin. Tê gotin li Grenobleyê ji sibehê ve nêzî 20 kes hatine destgîrkirin.

Li Brukselê jî Êlekzer daketin qadan

Li Brukselê ji ber çalakiya Êlekzeran semta ku saziyên Ewropayê lê ne, ji aliyê polîsan ve hate girtin. Polîsan li herêmê bend danîn û nehişt wesayît û mirov bikevin herêmê.

Polîsan ragihand ku li paytext bi armanca tedbîrê nêzî 70 kes hatine destgîrkirin.

Hinek îstasyonên metro û tunelan hatin girtin. Hate ragihandin ku heta niha bûyerên tundiyê çênebûne.