Parîs xwe ji “roja reş” re amade dike

Paytexta Fransayê Parîs îro xwe ji roja Şemiyê "roja reş" re amade dike. Guman e xwepêşandanên mezin li dar bikevin û tevlihevî wekî rojên Şemiyê yên berê derkeve.

Parîs xwe ji “roja reş” re amade dike
8 kanûn, 2018   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Le Monde ya Fransayê diyar kir ku welatî û hikumet ji şeva Înê ve xwe ji xwepêşandan û çalakiyên tevliheviyê yên "Miltanên Zer" re di hefteya çaremîn de amade dikin ku nerazîbûna xwe ji ber bilindbûna buhayan nîşan didin.

Her wiha piştrast kir ku tişta balkêş di vê Şemiyê de li paytexta Fransayê ew e ku hemû dezgehên ewlehî û hikumetê ji bo rêgirtina li pêşiya derketina ziyan û tevliheviyan tedbîrên xwe girtine û wiha domand: "Hemû endamên ewlekarî, xwediyên dikanan û firoşkarên sotemeniyê digire nava xwe." Her wiha destnîşan kir ku deverên rêveberî di paytextê de fermana qedexekirina firotin û veguhestina sotemeniyê û madeyên kîmyewî yên tên şewitandin derxist.

Xwepêşanderên "miltanên zer" (êlekzer) di xwepêşandanên xwe yên berê de madeyên sotemenî û madeyên kîmyewî bi kar anîn û di kolan û rêyên giştî de agir bi trimpêl û dikanan xistin.

Ji aliyekî din ve Le Monde da zanîn ku birca Eyfel û Kevana Serkeftinê û Opera û qada Fondom û gelek deverên geştewarê hatine girtin. Hêzên ewlekariyê 89 hezar endamên xwe li seranserî welat belav kirin û ji wan 8 hezar li bajarê Parîsê û 12 hezar jî ji hêzên Derek (asayîş) belav kirin ku ji sala 2005'an ve nehatine bikaranîn.

Nexweşxane jî ji aliyê xwe ve amadekariyên xwe dikin. Ajansa Reutersê ragihand ku asayîşa Fransayê serê vê sibê 278 kes girtine.