`Em ê bibin dengê Leyla Guven`

Jinên ciwan ên beşdarî meşa piştgiriya çalakiya Leyla Guven bûn, diyar kir ku divê gelê Kurd û bi taybet jinên ciwan têkoşîna xwe bilind bikin.

`Em ê bibin dengê Leyla Guven`
8 kanûn, 2018   10:27

ÎSAM EBDULLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Duh Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û piştgiriya têkoşer Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 31 roj e di çalakiya birçîbûnê de ye, li herêma Dêrîkê ya kantona Qamişlo meşek li dar xist. Meş ji Dêrikê dest pê kir û dê heta gundê Eyn Dîwer ê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê dewam bike. Derbarê mijarê de jinên ciwan ku beşdarî meşê bûn, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Ciwana bi navê Berçem Birûsk diyar kir ku armanca wan ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin û piştgiriya Leyla Guven bikin. Berçem wiha got: "Bi rihê jinên ciwan û îradeya azad em ê zindana Îmraliyê bişikînin, em ê tekoşîna xwe li hember faşîsma Tirkiyeyê heta rizgarkirina Rêber Apo bilind bikin."

Berçem teqez kir ku meşa wan nameyek ji dagirkeriya Tirkiyeyê re ye û wiha got: "Ji bo wê Yekitiya Jinên Ciwan ku azadî û cesareta xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan digire, ew ê tekoşîna xwe nesekinîne."

Berçem di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê tola Efrînê rakin, em bang li ciwanan û gelê Kurd dikin ku yekitiya xwe çêkin û xwe bi rêxistin bikin."

Li aliyekî din jî ciwana bi navê Hîma Hacî ji gelê Kurd û taybet keçên ciwan xwest ku li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven, têkoşîna xwe bilind bikin.

Hîma bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî kiryarên Tirkiyeyê bisekinin û wiha got: "Divê her kes rabe ser pêyan û em ê bibin dengê Leyla Guven."

(jo)

ANHA