3 qaçaxçiyên madeyên hişbiriyê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê 3 kes ku qaçaxçiya madeya hişbiriyê ya kokakîn dikirin girtin û ew sewqî Meclisa Edaletê kirin.

3 qaçaxçiyên madeyên hişbiriyê hatin girtin
6 kanûn, 2018   17:12

MINBIC

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ragihand ku, "Li ser agahiyên welatiyên ku 3 kes hene madeya hişbiriyê ya "Kokayîn" ji herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de di deriyê Ewn Dadat ê Minbicê dişînin katona Hesekê û Iraqê lêgerîn da destpêkirin."

Buroyê dest nîşan kir ku piştî lêgerînê Buroya Têkoşînê ya li dijî sûcên rêxistinî bi hevkariya buroya ewlehiya deriyên sînor a Minbicê her sê kes li deriyê Ewn Dadatê girtin û li gel wan du kîs "Kokayîn" dîtin yek ji 649 gram û yên din ji 950 gram dîtin.

Buroyê ragihand ku lêpirsîna  bi hersê kesan re hefteyekê dom kir, di lêpirsînê de li xwe mukr hatin ku ew madeyên hişbiriyê ji Tirkiyê tînin Bakurê Sûriyê û paşê dişînin Iraqê.

Hersê qaçaxçiyên madeyên hişbiriyê sewqî Meclisa Edaleta Civakî hatin kirin.

ANHA