‘Girtina ofîsên partiyan xizmeta dijminan dike‘

Kongreya Star a kantona Efrînê bang li YNK‘ê kir ku ji biryara xwe ya girtina buroyên siyasî paşde vegere û destnîşan kir ku girtina buroyên siyasî yên Kurdî xizmeta dijminên gelê Kurd dike.

‘Girtina ofîsên partiyan xizmeta dijminan dike‘
6 kanûn, 2018   16:24

ŞEHBA

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê navendên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta ku ruxsetên xebatên siyasî ji wezareta karên hundirîn ne girtine, girt. Tevî ku tevger ji 2014`an ve  ruxsetê ji hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze û ruxseta xwe ji hikûmeta Iraqê ji sala derbasbûyê ve girtiye.

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star a kantona Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên kantona Efrînê ji hemû pêkhateyên wê, endam, rêveberên Koordînasyona Kongreya Star, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê hate xwendin.

Daxuyanî bi zimanî Kurdî û Erebî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ronî Mihemed û Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Zehra Kalo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurdistan hatiye parçekirin, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurê Sûriyê didomin. Her wiha hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê gel neçarî koçberiyê kirin, kiriyarên hovan li dijî sivîlên Efrînê pêk tînin û ti cudahî naxe navbera zarok, jin û kalepîran, di heman demê de demografiya herêmê diguhêre û polîtîkaya asîmîlekirinê pêk tînin.

Jinan di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi jinên Efrînê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û biratiya gelan bawer in.

Jinan destnîşan kirin ku di demekê de ku divyabû ku gelê Kurdî li hemberî polîtîkeyên dagirkeran hevgirtina xwe xurt bikin, YNK‘ê biryara girtina ofîsên Tevgera Azadî dide. Jinan diyar kirin ku girtina ofîsên partiyên Kurdî li Başûrê Kurdistanê dikeve xizmeta dijmin.

Jinan bang li YNK`ê ya herêma Başûrê Kurdistanê kir ku ji biryara xwe ya girtina buroyên siyasî yên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê vegere.

Her wiha diyar kirin pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye û anîn ziman ku biryara girtina buroyan xizmeta dewletên derve yên li dijî gelê Kurd û mafên wan dike û ji ber wê divê ku pêşerojeke azad heta serkeftinê ji bo hemû gelê Kurd were avakirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina yekitiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bidawî bû.

(bx)

ANHA