300 sivîlên din ji pencên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniya Hecînê 300 sivîlên din ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û birin cihên bi ewle.

300 sivîlên din ji pencên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin
6 kanûn, 2018   15:57

DÊRAZORÊ

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tinekirina Terorê" bi pêşdeçûnên şervanan didome.

Hate ragihandin ku li eniya Hecînê şerên giran di navbera şervanên QSDû çeteyên DAIŞ‘ê rû didin û sivîl bi koman ber bi deverên bi ewle yên di bin parastina QSD‘ê de koçber dibin.

Şervanên QSD‘ê beriya çend rojan bi armanca  rizgarkirina sivîlên ku çeteyan DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zindî bi kar di tînin kerîdorekî ewlekariyê vekirbû. Şervanan bi sedan sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û dibin cihên bi ewle.

Çavkaniyekî QSD‘ê diyar kir ku şervanên QSD‘ê li eniya Hecîn 300 sivîl ku piraniya wan jin û zarokan rizgar kirin û birin cihên bi ewle.

ANHA