Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG‘ê Elî El-Elî yê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû bi merasîmekê li goristana Şehîd Mehmûd Teimê spartin axê.

Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê
Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê
Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê
Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê
Şêniyên Girê Spî cenazeyê Elî spartin axê
6 kanûn, 2018   15:40

Girê Spî

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG‘ê Elî El-Elî bi nasnav Elî yê ku di Şerê Tinekirina Terorê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbû li goristana şehîd Mehmûd Teimê ya Girê Spî bi merasîmekê veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD'ê ve destpê kir.

Piştre bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Casim û Meclisa Silûkê hevserokê meclisê Ebid El-Hacî axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata Şehîd Elî re û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadiya gel û rumeta wî canê xwe fedakirine. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Kesên axivîne berxwedana QSD'ê ya li dijî çeteyan silav kirin û diyar kirin ku gelên herêmê bi hevgirtina xwe li hember hemû hewldanên têkbirina destkeftiyên herêmê yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bi dest xistin diksekinin.

Paşê wesîqeya şehdatê ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de rêhevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe li goristana şehîd Mehmûd Teimê veşartin.

(şx)

ANHA