QSD‘ê li konvoyeke wesayîtên çeteyan da

QSD‘ê di çarçoveya "Şerê Tinekirina Terorê" de  li konvoyeke wesayîtên çeteyên DAIŞ‘ê dan û bi dehan çete kuştin.

QSD‘ê li konvoyeke wesayîtên çeteyan da
6 kanûn, 2018   15:17

DÊRAZOR

Çavkaniyekî QSD‘ê ji ajansa me re ragihand ku konvoyeke erebeyên leşkerî yên çeteyên DAIŞ‘ê ku ji 20 erebeyan pêk dihat, îro hewl da êrîşî nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li bakur-rojavayê Hecînê bikin.

Çavkanî diyar kir ku şervanên QSD‘ê bi desteka balafirên Koalîsyona Navdewletî li konvoyê dan û bi dehan çete kuştin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku QSD‘ê pêşdeçûnên xwe yên ber bi bajaroka Hecînê ve didomînin û pêngava paqijkirinê daye destnîşa kirin û di vê çarçoveyê de gelek mayînên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin.

ANHA