Dagirkeriya Tirk li Efrînê sîstema 'muxtarên îstixbaratê' dimeşîne

Dagirkeriya Tirk siyaseteke qirêjî li Efrînê dide meşandin û heman siyaseta dagirkeriya dewleta Osmanî pêk tîne. Dagirkeriya Tirk sîstema "muxtarên îstixbaratê" dide meşandin ku sîxurên xwe di her gundekî de wek muxtar erkdar dike. Peywira van muxtaran jî çavdêriya welatiyan e û raporên xwe ji îstixbarata Tirkiyeyê re dişînin.

Dagirkeriya Tirk li Efrînê sîstema 'muxtarên îstixbaratê' dimeşîne
6 kanûn, 2018   10:56

EFRÎN

Ji destpêka dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ve, dagirker bi armanca pêkanîna guhertina demografîk û qirkirina etnîk gelek siyasetan didin meşandin. Nemaze wekî revandin, îşkence, kuştin û talanê û gelek destdirêjiyên li binesaziya aborî û civakî li Efrînê û welatiyên resen ên Efrînê koçber dike û li şûna wan malbatên biyanî û malbatên çeteyan bi cih dike.

Dagirkeriya Tirk niha bi rêya muxtaran siyaseta "derxistina tevliheviyan" dide meşandin da ku karibe serweriya xwe li ser welatiyan ferz bike.

Çavkaniyên xwedî agahî li Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku ev sîstema muxtaran ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dide meşandin, di bin çavdêriya îstixbarata Tirkiyeyê de ye û di her gundekî de sîxurekî xwe wek muxtarê gund erkdar dike û 3 sîxurên din wek komîteya muxtariyê erkdar dikin ku rasterast girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê ne. Armanca vê komîteyê jî ew e ku tevgera welatiyan li her deverekê bişopînin.

Dagirker bi van rêbazên xwe hewl didin tevliheviyê di nava civakê de derxin da ku bêbawerî di nava welatiyan de serwer be û xizmeta dagirkeriya Tirk bikin.

Çavkaniyekî ragihand ku dagirkeriya Tirk li gelek gundên Efrînê ev sîstema muxtaran dide meşandin. Wek mînak, li gundê Bablîtê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê sîxurekî bi navê Abdullah Îbrahîm wek muxtarê gund hate erkdarkirin û komîteya girêdayî wî jî di nava welatiyan de gelekî xirab tên nasîn, ji ber ku mal û milkên welatiyan bi hevkariya çeteyan talan kirin û navên kesên ku destdirêjiyên dagirkeran riswa dikirin, didan çeteyan.

Çavkaniyekî din ragihand ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di mizgeftên gundên Anqelê û Senarê yên navçeya Şiyê de bang li welatiyan kir ku cotkarên dê zeviyên xwe biçînin divê destûrê ji çeteyan wergirin û ji bo her dareke zeytûnê 250 lîreyan xiracê bidin û qedexe ye cotkarên ku darên xwe bûde kirine, êzingan kom bikin da ku çete van êzingan bifiroşin welatiyan.

Rêbaza dewleta Osmanî

Paya muxtar ji bo Tirkiyeyê xwedî çarçoveyeke dîrokî ye. Dewleta Osmanî jî di dagirkeriya xwe de xwe dispart van muxtaran da ku zextê li welatiyan bike û karibe serweriya civakê bike. Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî heman siyasetê niha li deverên ku dagir kirine, dide meşandin. Peywira van kesan jî komkirina agahiyan der barê tevgera welatiyan de ye û radestî îstixbarata Tirkiyeyê dikin.

Muxtar bi rêya sepaneke (bernameyeke) elektronîk a taybet bi îstixbarata Tirkiyeyê hemû agahiyên ku der barê welatiyan de kom dike û ji bo analîzê ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê re dişîne.

Niha hejmara muxtaran 53 hezar derbas kiriye û Erdogan dixwaze bi van hemûyan re li Enqereyê bicive û ev yek baldariya Erdogan der barê vê mijarê de eşkere dike gelo çima rasterast bi wan re dicive da ku perspektîfan bide wan.

Ji sala 2014'an ve mêvanên herî balkêş ên Erdogan muxtar in û di her civîneke wî de nêzî 400 muxtar beşdar dibin.

Hêjayî gotinê ye, der barê destdirêjî û hovîtiya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê de Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk di 1'ê Kanûna 2018'an de komcivînek der barê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê ,li bajarê Amûdê ya kantona Qamişlo organîze kir.

ANHA