Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev li konê sersaxiyê bûn û sersaxî ji malbata şehîd Mamed Kobanê re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mamed re hat xwestin
6 kanûn, 2018   10:27

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên Kobanê û endamên saziyan tev li merasîma sersaxiyê bûn û ji malbata şehîd Mamed Îbrahîm (Mamed Kobanê) re xwest. Şehîd Mamed Kobanê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li Taxa Şehîd Xebatkar a bajarê Kobanê hate vedan. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û got kesayetên wekî şehîd Mamed heta hebin ew ê her tim di welatê xwe de bi azadî û rûmet  bijîn û wiha pê de çû: "Dewletên neyar dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin, lê em ê rêya şehîdên xwe dewam bikin da ku hêviya wan pêk bînin."

Birayê şehîd Mamed Kobanê got ew bi şehîdên xwe serbilind in û şehîd Mamed ne şehîdê wan tenê ye, lê şehîdê hemû gelê Kurd e.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(hh)

ANHA