Li gundewarê Dêrazorê gavên ber bi rêxistinkirinê ve

Şêniyên gundê El-Hermûşiyê yê rojavayê gundewarê Dêrazorê bi armanca birêxistinkirina şêniyan meclisek ava kir.

Li gundewarê Dêrazorê gavên ber bi rêxistinkirinê ve
Li gundewarê Dêrazorê gavên ber bi rêxistinkirinê ve
Li gundewarê Dêrazorê gavên ber bi rêxistinkirinê ve
5 kanûn, 2018   15:33

DÊRAZOR

Li rojavayê gundewarê Dêrazorê û ji bo pêkanîna rêgeza hevpariyê û xwe bi xwe rêvebirinê şêniyên gundê El-Hermuşiyê îro meclisek bi navê Şehîd Yasîn Taha El-Hac bi civînekê ava kirin.

Civîn bi deqeya rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Paşê bi navê hevserokatiya meclis û komînên gundewarê rojavayê Dêrazor, Selah El-Dêrî axivî û behsa rola komîn û meclisan di çareserkirina pirsgirêkên gundan û bajarokan û birêxistina civakê de kir û got, komîn û meclis ew fêkiya sereke ya avakirina civakek demokratîk û pêşxistina wê ye.

Piştre Emîre El-Xelef û Fewaz Mihêsin El-Elî weke hevserokên meclisa gund hatin hilbijartin. Hevserokan li pêşiya şêniyan sond xwarin û soza şopandina rêya şehîdan û meşandina xebatê ji bo avakirina civakek demokratîk û azad û bicihanîna têgeha biratiya gelan li herêmê dan.

(şx)

ANHA