Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike

Meclisa şaredariya taxa Eşrefiya ya Helebê piştî vegera şêniyan û zêdebûna hejmara nihştechan beşên xwe berfireh kir.

Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike
Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike
Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike
Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike
Şaredariya Eşrefiyê xebatên xwe berfireh dike
5 kanûn, 2018   15:23

HELEB

Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê ya Helebê piştî vegera bi hezaran malbatan şaxê şaredariyê berfirehtir kir.

Şaredariya Gel piştî ku şaxekî xwe li taxa Eşrefiyê (Meclisa şaredariya taxên Eşrefiyê) vekiribû ku ji 4 endaman pêk dihat, di demên dawî dide buroya komîteya peymanan ji 4 endaman, beşê zabite ji 4 endaman, dîwa û arşîf ji du endaman zêde kirin.

Şareariya Gel her wiha 6 cenatorên ceyaranê peyda kir, xetên avê sererst kirin, tax ji bermahiyên şer paqij kirin, her wiha dukan li taxê vekirin.

Beşê paqijiyê xetên xwe rojane pêk tîne û kolanên taxê û deverê giştî paqij dike, niha jî amadekariyên vekirina firneyekê dike.

Der barê mijarê de, Hevseroka Şareariya Gel a Helebê Valentîne Ebdo diyar kir ku diyar kir ku wan şaxekî şaredariyê li taxa Eşrefiyê vekirin piştî zêdebûna hejmara niştecihan, da ku xizmeta şêniyan bikin.

ANHA