Têkoşer Deştî Amanos li Tebqayê hat bi biranîn

Mala Birîndaran a girêdayî QSD'ê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê şehîd Deştî Amanos bi merasîmekê bi bîr anîn.

Têkoşer Deştî Amanos li Tebqayê hat bi biranîn
Têkoşer Deştî Amanos li Tebqayê hat bi biranîn
Têkoşer Deştî Amanos li Tebqayê hat bi biranîn
5 kanûn, 2018   15:54

TEBQA

Malbatên şehîdan, endamên sazî û komîteryên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û bi dehan fermendar û şervanên QSD'ê beşdarî merasîma bîranînê bûn. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket.Piştî deqeya rêzgirtin li ser giyana şehîdan, gelek axaftin ku şehîd Deştî û lehengiya û têkoşîna wî bi bîr dixistin hatin kirin.

Destpêkê endamê rêveber ê Mala Birîndaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêhevalê şehîd Deştî, Egîd Efrîn axivî û got: "Deştî sembolek ji sembolên têkoşîn û berxwedanê bû. Di ferhenga şehîd Deştî de tesmîlkarî tune bû. Ev tiştek ne hindike ji ber ku ew lawê xaka fedekariyan û berxwedana serdemê ew lawê Efrînê ye ya ku wê hertim striyek di qirika dagirker de bimîne."

Egîd wiha domand: "Me her bostek ji xaka xwe ya pîroz bi xwîna şehîdên rizgar kir. Bi bedenên wan ên pak me pira biratiya gelan di navbera Kurd, Ereb û Turkman de ava kir. Di qadên lehengiyê û eniyên şer de xwîna ewladên hemû pêkhatiyên herêmê tev hev bûn, ev jî isbat û şahida biratiya gelan e ".

Ji aliyê xwe ve endamê Rêveberiya Giştî yê Mala Birîndaran Hemze Ereb axivî û got: "Ji roja destpêkê ku min şehîd Deştî dît, min giyana berxwedan û têkoşînê tê de dît. Şehîd Deştî mîna min di lingê xwe de birîndar bûbû û lingên xwe winda kiribû, lê kesayeta şehîd Deştî bandor li min kir û hişt ku ez rêya xwe berdewam bikin û astengiya xwe derbas bikim."

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Tebqayê Ebdulkerîm El-Ibrahîm axivî û got: "Şehîd ruxmî qutbûna her du lingên wî lê bi vîneke xurt têkoşîna xwe berdewam kir. Şehîd Deştî xwedî vîna mêran, qehremaniya lehengan û berxwedana çiyan bû."

Di dawiya merasîmê de beşdaran find li ber wêneya şehîd Deştî pêxistin. Piştre girêdayî kurte jiyana şehîd Deştî senevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şehîd Deştî Amanos bi rasnav Mehmûd Hisên li bajarê Tebqayê dema li ser erka xwe şehîd bûbû.

(şx)

ANHA