‘Belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e‘

Akademiya Civaka Demokratîk a bajaroka Kuber dewreya sêyemîn a bi navê "Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê" bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de hate gotin ku belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e.

‘Belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e‘
‘Belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e‘
‘Belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e‘
‘Belavkirina nirxên demokrasiyê emanet e‘
4 kanûn, 2018   15:37

DÊRAZOR

Li Akademiya Civaka Demokratîk a bîrdozî ya li bajaroka Kuber ê girêdayî Dêrazorê beriya 27 rojan bi tevlêbûna 34 endamên saziyên sivîl derwreya perwerdeyê ya sêyemîn bi navê "Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê" hatibû vekirin.

Di perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, kapîtalîzm, dîroka Sûriyê û netewa demokratîk, dîroka jin, çand û exlqa, rexne û rexnedayîn hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê qediya.

Merasîm bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El-Xelîl axivî û qedandina dewreyê li endaman pîroz kir. El-Xelîl anî ziman "Salên bi êş û zehmet li ser civakê re derbas bû, ji bo ku em karibin civakeke azad û pêşerojeke azad bi afirînin pêwîste tiştên ku em fêr bûne civaka xwe jî fêr bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid El-Xeldûn jî di merasîmê de axivî û dewreya perwerdeyê li cangoriyên azadiyê pîroz kir û daxwaz ji endamên tev li perwerdeya bûne erka xwe ya beramberî civakî û xizmet gel pêk bîne.

Jina bi navê Fida El-Hesen ku tev li dewreya perwerdeyê bibû diyar kir ku wê ji perwerdeyê sûd girtin û got: "Em îro ji akademiyê mezûn bûn da ku fikrê xwe azad bikin. Di perwerdeyê em fêrî tiştên nû bûn, girêdayî mafê jin, rexne û rexnedayîn û biratiya gelan bû. Hêvî dikin ku her kes tev li perwerdeyê bibin."

Girnas Şihadê jî anî ziman ku ew ê tiştê li akademiyê fêr bûye derdorê jî fêr bike û got" Belavkirina rêgezên demokrasiyê emanet di sûtiyê me de ye."

Akademiya Civaka Demokratîk di 25‘ê Hezîranê de li bajaroka Kuber ê Dêrazorê hate vekirin û akademiya yekemîn e ku li gundewarên Dêrazorê tê vekirin.

ANHA