Li Şêran a Koban lehî rabû

Li bajarokê Şêran ê rojhilatê kantona Kobanê ji ber baranê lehî rabû.

Li Şêran a Koban lehî rabû
Li Şêran a Koban lehî rabû
4 kanûn, 2018   14:46

KOBANÊ

Li herêmên Bakurê Sûriyê dawiya hefteyê ji ber barana zêde lehî rabû. Li bajarokê Şêran ku 6 km dikeve rojhilatê Kobanê jî îro baranê gelekî da , ji ber vê yekê lehî rabû û piraniya taxên bajarokê di bin avê de man.

Bajarkê Şêranê li beramberî gund û bajarokên din ê kantonê cihê xwe nizm e û li başûrê wê girê Berkel dikeve, lew re herikîna avê lê kom dibe.

Di buhara borî de jî li kantonê lehî rabû û hejmarek welatî jiyana xwe ji dest dan, her wiha malên li taxên Botan û Qenayayê hilweşiyan.

ANHA