Gérard Şaliyand: Dagirkirina Efrînê li hevkirineke Pûtîn û Erdogan e

Gérard Şaliyand got ku tişta li Efrînê pêk hatiye lihevkirineke di navbera Pûtîbn û Erdogan de ye, ji ber ku dosya Efrînê ji bo Erdogan gelekî girîng e û ji bo Pûtîn jî parastina rêjîma Sûriyê ye û qurbanî jî welatiyên Efrînê ne. Her wiha piştrast kir ku dagirkirina Efrînê ne rewa ye.

Gérard Şaliyand: Dagirkirina Efrînê li hevkirineke Pûtîn û Erdogan e
4 kanûn, 2018   10:00

QAMIŞLO

Komcivîna Navnetewî ya der barê qirkirina etnîkî û guhertina li Efrînê di rûniştina xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Di vê rûniştinê de aliyên hiqûqî yên çalakiya qirkirina etnîkî tên nirxandin. Di vê rûniştinê de Lêkolînerê Stratejîk ê Fransî û Pisporê Analîzên şerê navnetewî Gérard Şaliyand axivî û got ku dagirkirina Efrînê ne rewa ye û binpêkirineke hemû qanûnên navnetewî ye.

Şaliyand wiha anî ziman: "Ji sedsalî ve serkeftin û destkeftiyên leşkerî yên kurdî pêk tên, lê evan serkeftin rastî têkçûnên siyasî tên, nemaze ji ber destwerdanên Tirkiye û Îranê ku ev herdu dewlet xwedî dîrokeke dîplomasî ne."

Der barê dagirkirina Efrînê de Şaliyand wiha got: "Tişta ku li Efrînê rû dide lihevkirineke di navbera Pûtîn û Erdogan de ye. Dosya Efrînê ji bo Erdogan gelekî girîng e û ji bo Pûtîn jî parastina rêjîma Sûriyê ye û qurbaniyên wê jî tenê welatiyên Efrînê ne."

Şaliyand axaftina xwe wiha domand: "Di serdema Hafiz El-Esed de guhertineke di hevsengiya demografîk di navbera Cerablûs û Ezazê de pêk hat û Qibirs ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hate dagirkirin û di vê dagirkeriya xwe de endamtiya xwe ya nava NATO'yê bikar anî. Dagirkirina Efrînê jî ne rewa ye û ji wê bêtir guhertineke demografîk e û ev mijar gelekî girîng e divê bi baldarî were destgirtin."

Gérard Şaliyand di vê çarçoveyê de got ku divê Erdogan di dadgehên sûcdariyê de were cezakirin û wiha domand: "Hêzên li vir serkeftinên leşkerî yên girîng  di şerê li dijî terora navnetewî de bi dest xwe ve anîn. Lê çareseriya Sûriyê girêdayî çareseriyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê divê danûstandina bi rêjîmê re pêk were. Danûstandin dê ne bi Beşar El-Esed re be ji ber ku wêneyê wî reş bûye û gelekî dirêj nake."

Gérard Şaliyand axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê û dengê xwe bigihêjin raya giştî û rêxistinên navnetewî û cîhanî."

ANHA