Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê destpê kir

Xebatên roja sêyemîn û ya dawî ya a Komcivîna Navneteweyî ya Qirkirina Etnîk û Guhartina Demografiya Efrînê destpê kir.

Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê destpê kir
Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê destpê kir
Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê destpê kir
Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê destpê kir
4 kanûn, 2018   07:45

QAMIŞLO

Di rûniştandina sêyemîn de wê aliyê hiqûqî yê Qirkirina Etnîk û Guhartina Demografiya Efrînê were nîqaşkirin. Rûniştandina sêyemîn wê ji aliyê Serokê Komîteyên Parastina Azadiyan û Demokratîk û Mafê Mirovan li Sûriyê Daniyal Sûd were birêvebirin. Her wiha wê Textora qanûnên sivîl û mamosteya Zanîngeha Firat û Endama Rêxistina banga Cinêvê Zozan Îbrahîm, lêkolînerê istratejîk ê Fransî û pisporê analîzkirina alozî navneteweyî Gerard Schalian û mûdirê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdullrehman semîneran bidin.

Tê payîn ku wê rapora Rêxistina Rojava ya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê ya derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê were xwendin.

Komcivîna îro bi pêşandina sînevizyonekê derbarê binpêkirinên Tirkiyê derheqê sivîlên  Efrînê de hate destpêkirin.

(kc)

ANHA