Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Hisên Îbrahîm (Şêrhat Qamişlo) bi merasîmek girseyî ji goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya gerîlaya YJA Star Zîlan Sarik hate eşkerekirin.

Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
Bi hezaran têkoşer Şêrhat Qamişlo oxir kirin
3 kanûn, 2018   18:14

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG‘ê Hisên Îbrahîm (Şêrhat Qamişlo) ku 29‘ê Mijdarê li navçeya Tirbespiyê li ser karê xwe şehîd bibû ji navenda meclisa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Kewranê cenaze bi gihaştina goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û merasîmek leşkerî ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve hate lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ûbeyd sersaxî ji malbatên şehîda re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê YPG û YPJ‘ê Alan Qamişlo axivî û di kesayeta şehîd Şêrhat û Zîlan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got "Şehîd saxin tu carî namirin."

Alan Qamişlo di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berxwedana ku bi guleya tivinga Heqî Qerar dest pê kir li tevahî Kurdistanê belav bû û got: "Wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin em ê rûmeta xwe ji her xeteriyan biparêzin û li ser soza xwe ya bi gelê re dane ne."

Di merasîm de nasnameya gerîlaya YJA Starê ku di 29‘ê Mijdara 2018‘an de di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Çiyayê Kurdistanê de şehîd bibû hate ragihandin.

Bi navê malbata şehîd Şêrhat Qamişlo dayika wî Nûnîfa Şexalî axivî û ev tişt got "Min hertim min ji kurê xwe re digot tu hîna biçûk e ku tu çek rakî, lê digto çek ji bo parastina rûmet û welat e, digot bi sedan mîna min li eniyên şer şehîd bûne, lew re divê em nirxên wan biparêzin."

Bi navê malbata şehîd Zîlan Sarik bavê şehîd Cemal Sarik soza şopandina rêya şehîdan da.

Şervanan cenazeyê şehîd Şêrhat hilgirtin di nava dirûşme û tîlîliyên dayika spartin axê.

Merasîmê sersaxiyê dê sibe saet di 10:00 an de li ber goristana Şehîd Delîl Sarûxan were lidarxistin.

ANHA