Leyla Siwar: Tevî astengiyên hikûmeta Başûrê xebatên roja duyemîn baş derbas bû

Endama Komîteya Amadekar a komcivina navdewletî ya "Qirkirina nejadî û guhertina demografî li Efrînê" Leyla Siwar anî ziman ku xebata roja duyemîn a komcivînê baş derbas bû û destnîşan kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê destur neda ku hin kesayet werin beşdarî komcivînê bibin.

Leyla Siwar: Tevî astengiyên hikûmeta Başûrê xebatên roja duyemîn baş derbas bû
3 kanûn, 2018   19:06

QAMIŞLO

Leyla Siwar diyar kir ku di roja duyemîn a komcivînê de aliyê leşkerî, dîrokî, çandî û aborî yên qirkirina nejadî û guhertina demgorafî li Efrînê hatin nîqşakirin.

Leyla Siwar destnîşan kir ku di her sê rûniştinan de nîqaş û pêşniyarên girîng der barê rizgarkirina Efrînê de derketin pêş, her wiha binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê hatin belgekirin û pêşniyara rakirina dosyaya Efrînê ji bo qadên navdewletî hate kirin.

Endama Komîteya Amadekar Leyla Siwar destnîşan kir ku li gorî hatibû plankirin diviyabû Hawjîn Mele Emîn û Hîşam Zîbarî beşdarî komcivînê bibane û semîner danbana, lê ji ber astengiyên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê nedikarîn derbas bibin.

Komcivîn dê sibe berdewam bike.

ANHA