Li Cindirêsê teqîn: 6 çete hatin kuştin, 8 birîndar bûn

Li herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê teqîn pêk hat, 6 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li Cindirêsê teqîn: 6 çete hatin kuştin, 8 birîndar bûn
2 kanûn, 2018   17:53

EFRÎN

Li gorî agahiyênê ku ji herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê hatine girtin, beriya 30 deqayan erebeyeke bombebarkirî li nêzî mizgefa rojhilat a herêma Cindirês teqiya.

Di teqînê de 6 çeteyên koma Ehrar El-Şam a girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

ANHA