Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne

Endamê kongreya Amerîkayê  Garrett ku serdana herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê kir, got ku tu rewatiya dewleta Tirk li herêmê nîne.

Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Tu rewatiya deweleta Tirk li herêmê nîne
30 mijdar, 2018   08:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Amerîkî payebilind ku ji endamê Kongreya Amerîkayê Alexander Thomas Garrett û rêxistina Free Burma, serokê Meclisa Suryanî û endamê Desteya Siyasî yê MSD‘ê Besam Ishaq û karaz Polo Gloo serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Endamên şandeyê 23‘yê Mijdarê de ku hatin herêmê ji aliyê serokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Elîzabet Gewriyê û her du cîgirên Buroya Têkiliyan a Herêma Cizîrê Sena Deham û Fener El-Keît e hatin pêşwazîkirin.

Ji bo pêşkêşkirina alîkariyê em ê hemû hewldanên xwe bikin

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Garrett bi nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re li avahiya rêveberiyê ya li navçeya Amûdê hevdîtin kir. Şandeyê, Hevserokên Meclisa Rêveber ê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û Nezîra Gewriyê, cîgirê meclisê Hisên Ezam, serokê Meclisa Zagonsaz Hekem Xelo, cîgira Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabeth Gewriyê û serokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer ve hat pêşwazîkirin. 

Di serdanê de şandeya Amerîkî da xuyakirin ku armanca wan a serdanê, naskirina tecrubeya ku li herêmê pêk tê ye.

Şandeyê destnîşan kir ku gelên herêmê bi sedan şehîd berdala azadî û rêveberiya xwe dane û ew jî cihî rêzdariyê ye.

Thomas Garrett destnîşan kir ku armanca sereke ji serdanê, naskirina rêgezên projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û asta pêkanîna wê ye û wiha got: "Em têgihiştin ku pergala rêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare li ser bingehên demokrasiyê bixebite. Lê astengiya mezin ji bo me, ew e ku em vê tecrubeya serkeftî ne tenê ji rêveberiya Amerîkayê re lê belê ji hemû gelê xwe re veguhêzînin. Em gelek kêfxweş in ji ber ku em weke şirîk li ser nirxên hevpar dixebitin û em nêzî hevdû dibin.

Her wiha endamê Kongreya Amerîkî Thomas Garrett diyar kir ku ji pêşkêşkirina alîkariyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew ê hemû hewldanên xwe bikin û wiha got: "Xuyaye ku gelê herêmê ji bo pêkanîna projeyan û parastina herêmê kedeke mezin dane."

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê anî ziman ku gelên herêmê yekîtî û rêveberiya xwe bi awayekî hevpar ava kirine û ev jî tiştek ne hêsan bû û wiha got: "Di nav êrîşên DAIŞ‘ê de yên li dijî herêmê û li gel dorpêça ku ji gelek aliyan ve li herêmê hatiye ferzkirin, em biserketin."

Her wiha Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku pêngava tunekirina DAIŞ‘ê bi dawî dibe û niha nîqaş li ser pêngava siyasî li Sûriyê tê kirin û gelek civîn bi vê mebestê tên lidarxistin. Lê pêkhate û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayin vexwendin. Nezîra her wiha got: "Projeya me, projeyek demokratîk e, ne cudakar e. Lê belê projeyek ji bo yekîtiya gel û xaka Sûriyeyê ye."

Di serdanê de nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku herêm di nav ewlehî û aramiyê de ye. Lê hin hêzên herêmî û cîran di serî de Tirkiye hewl didin aramî û ewlehiya herêmê bihejînin.

Her wiha endamê Kongreya Amerîkî Thomas Garrett serdana bajarê Minbicê kir û li gel fermendarên meclisên leşkerî yên Minbic, Bab û Cerablusê rûnişt. Di civînê de Thomas Garrett diyar kir ku armanca wan ji serdanê naskirina bajêr û hêzên wê yên leşkerî û naskirina pêngavên rizgarkirina wê ji çeteyên e.

Ji aliyê xwe ve Meclisa Minbic a Leşkerî diyar kir ku niha herêm di nav ewlehî û aramiyê de ye û piştî rizgarkirinê hêzên wan ji bajêr vekişîne derveyê wê û rêveberiya bajêr radestî rêveberiya sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirine. Niha hêzên wan li derdora bajêr û eniyan bicih bûne. Fermendarên meclisê destnîşan kirin ku QSD’ê û Yekîneyên Parastina Gel piştî bicihanîna erkên xwe ji bajêr bi temamî vekişiyane.

Girêdayî xeteriyên herî sereke ku rastî wan tên, fermendarên meclisê diyar kirin ku gefxwarinên Tirkiyê êrîşên wê li dijî gundên ser sînor, rewşek ji tirs û xofê li gel şêniyan çêdikin. Her wiha destnîşan kirin ku rizgarkirina bajêr bi erêkirina Tirkiyê pêk hatiye û gotin: “Beriya rizgarkirina bajêr, civînek li Encirlikê bitevlêbûna fermendarên Koalîsyonê û serleşkerên Tirk pêk hat. Di civînê de rizgarkirina bajêr hate nîqaşkirin û Tirkiye ew tişt erê kir û li ser wê pêngava rizgarkirina Minbicê destpê bû. Fermendaran destnîşan kirin ku bajar bi saya tevlêbûna Hêzên Koalîsyona Navdewletî û pêşkêşkirina alîkariyê ji hêzên wan re rizgar bû. Piştî wê Tirkiyê dest bi gefxwarinan kir û ev tişt jî ne rewa ye.

Weke bersîvekê li ser îdiayên Tirkiyê Thomas Garrett teqez kirk u Hêzên Meclisa Minbicê ya Leşkerî û Bab û Cerablusê ne hêzên terorîstin, lê belê wana bi canê xwe nirx û rêgezên xwe parastine ne û ewê vê rastiyê ji Kongreya Amerîkî re veguhêzinin.

Di serdanê de endamê Kongreya Amerîkî Thomas Garrett bûyer û rastiyên ku li Bab û Cerablusê diqewimin ji fermendarên her du meclisên leşkerî yên Bab û Cerablusê pirsî. Ji aliyên xwe ve fermendarên her du meclisan destnîşan kirin ku Tirkiyê bi rêya şanoyekê derbasî Bab û Cerablusê bû û hemû çeteyên ku di her du bajaran de bûn, cilên xwe guhertin û tev li çeteyên Mertala Firatê bûn. her wiha fermendaran diyar kirin ku dema Tirkiye derbasî Cerablusê bûye wan tu gule neteqandine. Fermendarên Meclisa Babê diyar kirin ku Tirkiyê bi çeteyên DAIŞê yên li bajêr lihev kir û bajar radestî Tirkiyê kirin û çeteyên DAIŞê tev li komîn çeteyan ên girêdayî Tirkiyê bûn.

Nirxên mirovahiyê li gel Tirkiyê tune ne

Endamê Kongreya Amerîkî û şandeya pê re û tevî Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê serdana avahiya rêveberiyê li bajêr kirin. Nûnerên Meclisa Zagonsaz û Rêveber şandeyê pêşwazî kirin. di hevdîtinê de Thomas Garrett xuya kir ku li Amerîkayê biryarên takekesî rêzdar digirin. Ev tişt li Minbicê jî heye.

Thomas Garrett pêwîstiya rêzdarkirina mafên gelên herêmê bi hemû pêkhate û çînên wê destnîşan kir ku gelê Minbicê û herêmê bi yekgirtinê herêmên xwe rizgar kirin, diparêzin û xwedî nirxên mirovahî yên bêhempa ne. Her wiha diyar kir ku li gel piraniya komên li Sûriyê ev nirx tune ne û heta ev nirx li gel Tirkiyê jî ev qet nînin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarê wê Nezîfa Xelo got, Minbic di nav aramî û ewlehiyê de ye. Lê gefxwarinên Tirkiyê metirsiyê li ser şêniyên bajêr û gundewaran çêdike. Nezîfa bang li hemû hêzên herêmî û cîhanî kir ku serdana Minbicê bikin û demokrasiya wê bibînin.

Endamê Kongreya Amerîkayê got: "Tiştekî pir xweş e ku rêveberiyeke siyasî hebe bi rewşa herêmê û rêveberiya  leşkerî ku ewlehiya herêmê diparêze mijul bibe."

‘An bila Tirkiyê ji Sûriyê vekşe anî ji NATO‘yê derkeve'

Endamê Kongreya Amerîkayê piştî hevdîtina xwe ya bi Rêveberiya Sivîl a Minbicê re, serdana herêmên di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de li rex Çemê Sacûrê kir. Tomas li vir hevdîtin bi hin fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Mibicê re kirin û rewşa dawî ji wan pirsî.

Fermandarên Meclisa Leşkerî diyar kirin ku Mertala Firatê rexmî lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojane nuqteyên wan hedef digrin. Her wiha destnîşan kirin ku êrîşên Tirkiyê yên li diîj nuqteyên wan piştî meşandina dewriyeyên hevbeş zêdetir bûne. Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê gotin ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê baregeheke leşkerî ya 4 km dûrî herêmên di navbera hêzên Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de ava kirine.

Der barê vê yekê de Thomas Alexander Garrett anî ziman ku êrîşên çeteyên Mertala Firatê yên li djiî herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi erêkirina Tirkiyê pêk tîn û got: "Peyama min a ji bo Kongreya Amerîka û fermandarên amerîkî an bila Tirkiyê ji Sûriyê derkeve anî jî ji NATO‘yê derkeve."

‘Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê bi dawî bûn’

Piştî serdana Minbicê, endamê Kongreya Amerîkayê serdana avahiya Meclisa Sûriyeya Demokartîk (MSD) ya li navçeya Eyn Îsayê kir.

Thomas ji aliyê hevserokê MSD‘ê Riyad Derar, seroka Meclisa Rêveber Îlham Ehmed, Serokê Buroya Têkiliyên Giştî Cîhad Umer û Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan pêşketinên li herêmên, bi taybetî êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Endamê Kongreya Amerîkayê got: "Divê ji gotina rast tirs tine be, ez dibêjim, ez bi têkiliyên Amerîka û Tirkiyê yên demdirêj serbilindim. Lê niha ev têkilî bi dawî bûn. Erdogan êrîşî welatiyên Amerîkayê kir û ew birin nexweşxaneyên Washington. Erdogan komên çete yên mîna DAIŞ û El-Nusra li dijî kesên ku bajarê xwe diparêzên bi kar anîn. Tirkiyê di NATO‘yê de rûdinişt da ku agahiyan bigire ku fêde jê bigire. Lê NATO‘yê wekî çek li hemberî me bi kar tîne. Li gel wê Rûsya jî wan agahiyan li hemberî me bi kar tîne. Lew re têkiliyên Amerîka û Tirkiyê bi dawî dibin. Ez niha rastiyê dibêjim û jê natirsim."

Endamê Kongreya Amerîkayê diyar kir ku hikûmeta Erdogan hejmarek mezin rojnamevan girtin. Êdî rêzdariya ji nirxên Amerîkayê yên parastina mafê kêmnetew û mirovan nake. Thomas her wiha got: "Tiştê ez dibêjim ez pê bawerim, hêvî dikim ku hevalên min ên Kongreya Amerîkayê vê rastiyê nas bikin. Heger belgeyên wê yên der barê binpêkirinên Tirkiyê de hebin bidin me em pêşkêşî hevalên xwe yên Kongreya Amerîkayê bikin."

Îlham Ehmed jî behsa aloziya Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Rêjîm di destura yek alî de bi ısrare, mûxalefet jî ji rêjîmê ne dûr e. Tenê projeya li gel Melisa Sûriyeya Demokratîk dikara pêşeroja Sûriyeya demokratîk xêz bike. Lê pêwîste desteka siyasî ji bo Meclisa Sûriyaya Demokratîk hebe da ku pêşketinên siyasî li ser asta Sûriyê û herêmê pêk werin û aştî belav bibe."

Êrîşên dawî yên Tirkiyê şaneyên veşartî li herêmê zindî kir

Di serdana endamê Konreya Amerîkaya ya li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebdhamid El-Mihbaş diyar kirin ku bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya ku Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike piraniya herêman ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin û diyar kirin ku êrîşên dawî yên Tirkiyê yên li herêmên Bakurê Sûriyê şaneyên veşartî li herêmê zindî kirin.

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander diyar kir ku armanca serdana wî ew e ku bihêle Amerîka der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biryarên girîng bigire.

Thomas Alexander Garrett serdana bajarên Tebqa, Reqa û Dêrazor kir û hevdîtin bi berpirsên meclis û rûspiyên herêmê re kir.

Endamê Kongreya Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya bi serdana herêmê anî ziman û diyar kir ku ew yekemîn endamê Kongreya Amerîkayê ye ku serdana herêmê dike. Her wiha got, sedema sereke ya hatina wî ew e ku êşa gel ji Kongre, rêveber û gelê Amerîkayê re parve bike.

Endamê Kongreya Amerîkayê diyar kir ku wî di serdana xwe ya ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser yek masyê hevdîtin bi kesayetên Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Çerkes, Xiristiyan û Musliman kir û diyar kir ku ew bi vê pirrengiyê û tecrubeya pêşeng serbilind e.

Nûnerên Reqa, Tebqa û Dêrazorê diyar kirin ku hêzên herêmî, bi taybet Tirkiyê hewl dide fitin û tevliheviyê di navbera şêniyên herêmê de belav bike û bi vê yekê dixwezin derbeyekê li tecrubeya demokratîk bixîne. Nûnerên herêman destnîşan kirin ku pêwîste stratîjiyek li hemberî van hêzan hebin, ev yek jî wê bi rêya xurtkirina sîstema parastinê pêk were.

Endamê Kongreya Amerîkayê serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevdîtina li bajarê Qamişlo li gel Hevserokê Meclisa Federaliya Demokratîk Mensûr El-Selûm, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliyê Foza Yûsif û Senherîb Bersûm, Berpirsê Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî li gundê Til Elo yê Girkê Legê bi dawî kir. Li vir jî dozên girêdayî pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin.

Himêdî Deham El-Hadî anî ziman ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî bi ewle yên Sûriyeyê ne û sedema ewlehiyê spart sîstema li herêmê hatiye pêk anîn ku biratiya gelan diparêze.

ANHA