Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir

Li Akademiya şehîd Elî Milhim a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê dewreya 8`emîn bi merasîmekê hate bidawîkirin.

Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Elî Milhim dewreyeke nû bi dawî kir
29 mijdar, 2018   14:41

TEBQA

Li Akdemiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê ku li bajarokê Mensûrayê ye mehek beriya niha bi tevlêbûna 54 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perweredeyê bi navê "Şehîd Samir" hatibû destpêkirin. Di dewreyên de waneyên bîrdozî hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de hevserokên Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê û Hamid El-Ferec û hevserokên Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed û gelek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. 

Di merasîmê de Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlûm Umer axivî û bidawîbûna dewreyê pîroz kir û bang li endaman kir ku li gorî erka ji wan tê xwestin bin.

Piştre endaman sûnd xwarin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA