Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir

Gelê navçeya Sirîn û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Elî (Serxwebûn Tişrîn oxir kir. Şervanê QSD’ê şehîd Serxwebûn dema ku bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
Gelê Sirînê şehîd Serxwebûn oxir kir
28 mijdar, 2018   12:31

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Sirîn û gundewarên wê cenazeyê şehîd Beşar Elî (Serxwebûn Tişrîn) ku dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû gihîşt asta şehadetê, oxir kir.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin ji aliyê endamê QSD`ê Ezîz Kobanê û li ser navê Meclisa Navçeya Sirînê Hesen Şêx ve hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya van şehîdan gihîştine vê astê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ`ê serî hildane û neteweya demokratîk ava kirine. Di axaftinan de hate gotin ku biratiya gelan li herêmê xurt kirine û di hizûra şehîd Serxwebûn û hemû şehîdên ku li ser xeta azadiyê jiyana xwe ji dest da, ew soz didin ku dê heta dawiyê li ser şopa wan bin.

Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Armanc Kobanê nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Di dawiya merasîmê de bi karwanekî erebeyan berê xwe da gundê Rimêla ku cenazeyê şehîd li gundê wî bê veşartin.

(de-hk)

ANHA