Li Xezayê 4 kes di encama teqînekê de birîndar bûn

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref El-Qedre diyar kir ku vê sibehê di maleke li kampa El-Berîc a Xezayê de teqînek pêk hat û di encamê de 4 welatî birîndar bûn.

Li Xezayê 4 kes di encama teqînekê de birîndar bûn
28 mijdar, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn û Ewlehiya Niştîmanî ya Xezayê diyar kir ku hêzên pêwendîdar destwerdana xwe kir lê belê sedema teqînê ne zelal e.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di encama teqînên cuda de, zarokek yek salî û jinek jî birîndar bûn lê birînên wan sivik in.