2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê di merasîma oxirkirina şehîd Aras Hesekê û Bekir de soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
2 şehîdên YPG’ê hatin oxirkirin
28 mijdar, 2018   11:36

HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed El-Mihemed (Aras Hesekê) û Mihemed El-Etiye (Bekir) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ji erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate lidarxistin. Paşê ji fermandarên YPG`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbatên her du şehdîan re xwest.

Hemade diyar kir ku şehîdan çirûska serhildanan pê xist, ji ber wê divê her kes şopdarê rêya wan be û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Hemade tekez kir ku dê heta dawiyê û heta rizgarkirina hemû herêmên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê, şopdarên rêya şehîdan bin.

Her wiha endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Îbrahîm destnîşan kir ku ew wek malbatên şehîdan heta dawiyê ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina wan dê li ber xwe bidin û her tiştê giranbuha bidin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Nasire ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin oxirikin.

(bx)

ANHA