Cenazeyê Hilêl li Reqayê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Hilêl Mûsa bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê Hilêl li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Hilêl li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Hilêl li Reqayê hat veşartin
27 mijdar, 2018   14:37

REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilêl Mûsa ku dema erka xwe pêk di anî şahîd bibû li Çerxerêya Firûsiyê nêzî têketina rojavayê bajêr kom bibûn. Piştî ku cenaze wergirtin ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Girseya gel li goristanê ji aliyê bi dehan şêniyên gundên Hikûmiyê û Hizêmê û gundewarên ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmek leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat lidarxistin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Îsa, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rêveber Egîd Aldar, bi navê Mala Jin Necah El-Hemûd û bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê endamê meclisê Munîr El-Xelef axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata Hilêl re xwestin û gotin, ejnîdeyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin û banga hişyariya ji komployan hate kirin.

Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hilêl di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA