Li başûrê Yemenê 26 Hûsî hatin kuştin

Li eniya rojava ya bajarê Dimet ê bakurê parêzgeha El-Dalî ya başûrê Yemenê, di şerên 24 saetên dawîn ên di navbera Hûsî û hêzên Artêşa El-Wetenî de 26 endamên hêzên Hûsî hatin kuştin. Hate zanîn ku di nav kuştiyan de 2 fermandar jî hene.

Li başûrê Yemenê 26 Hûsî hatin kuştin
26 mijdar, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Sky Newsê diyar kir ku çavkaniyên leşkerî diyar kir ku li eniya rojavayê bajarê Dimet ê bakurê parêzgeha El-Dalî ya başûrê Yemenê, şerên dijwar rû dan. Şer 8 saetan dewam kir. Di wî şerî de hemû cureyên çekên sivik û giran li ser navendên El-Ceşa û Hesmî hatin bikaranîn. Şer ji ber êrîşên hêzên hikumetê ji 3 eliyan ve derket.

Hate zanîn ku di şer de 2 jê fermandar, bi giştî 26 endamên hêzên Hûsî hatine kuştin.   

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku hêzên hikumetê 2 baregehên nû li başûrê bajarê Dimet li rojhilatê El-Dilî xistin bin serweriya xwe.

(bx)