Ebdulhemîd Derwîş: Qutbûna têkiliyên partiyan yekitiya neteweyî asteng dike

Serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş qutbûna têkiliyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê de wek sedema sereke ku nahêle kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin bi nav kir û got kongreya neteweyî ya Kurdistanê dê hêviyên gelê Kurd li Kurdistanê pêk bîne.

Ebdulhemîd Derwîş: Qutbûna têkiliyên partiyan yekitiya neteweyî asteng dike
26 mijdar, 2018   07:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel geşedanên dawî ku li her çar aliyên Kurdistanê rû didin, pêwîstiya avakirina yekitiya niştîmanî ya kurdî hate dîtin. Lê hin partiyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet li pêşiya avakirina yekitiya kurdî dibin asteng.

Têkildarî mijarê serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş ji ajansa me re axivî.

‘Têkilî di navbera partiyên kurdî de nîn e, lewre yekitî ava nabe’

Ebdulhemîd Derwîş di destpêka axaftina xwe de sedemên ku li pêşiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd dibin asteng destnîşan kirin û wiha got: "Têkilî di navbera partiyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de qut bûne. Her partiyek dest ji berjewendiyên xwe bernade û nêrînên partiyên din napejrîne, ev hemû sedem lidarketina kongreya niştîmanî ya Kurd asteng dikin."

‘Berjewendiyên kesayetî li pêşiya kongreya neteweyî dibin asteng’

Girêdayî amadekirina zemîn û atmosferek guncav ji bo li darxistina kongreyê Derwîş wiha got:"Divê alî û partiyên siyasî yên Kurd dest ji berjewendiyên partiyên xwe yên teng berdin û di her parçeyekî de yekitiyeke niştîmanî ava bikin. Piştre têkiliyên xwe yên siyasî bi hêz xurt bikin û ji nû ve baweriya xwe bi hev ve ava bikin. Wê demê kongreya neteweyî ya Kurd dê li dar bikeve û hêviyên gelê Kurd bi giştî pêk bîne."

‘Kongreya neteweyî ya kurdî dê serkeftineke mezin be’

Têkildarî nêrîna Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê ji lidarketina kongreya neteweyî ya Kurd, Derwîş girîngiya lidarketina kongreyê ji bo gelê Kurd destnîşan kir û wiha dewam kir:"Eger kongreyek bi beşdarbûna hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanî li dar bikeve dê bibe mezintirîn destkeftiyan li ser asta Kurd. Wê gavên mezin li gorî hêviyên gelê Kurd bên avêtin. Her wiha em ê bigihîjin danûstandineke hevgirtî ku xizmeta gelê Kurd li hemû parçeyên wê dike. Lê ji ber nakokiyên di navbera partiyên kurdî de pêkanîna hêviyên gelê Kurd asteng dibin."

Serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku partiya wî amade ye berpirsyariya lidaketina kongreya neteweyî ya Kurd bigire û bang li hemû partiyên kurdî kir ku nakokî û berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin aliyekî û rexneyên li ser xwe qebûl bikin da ku bigihîjin nêrîneke siyasî ya hevpar ji doza kurdî re.

(şx)

ANHA