Gulebarana “keyfxweşiyê” zarokek 4 salî kuşt

Li gundê Til Diyab di dawetekê de ji ber gulebarana keyfxweşiyê zarokê 4 salî Fîraz Ebûd jiyana xwe ji dest da û bavê wî Ebûd Mele Meter jî bi giranî birîndar bû.

Gulebarana “keyfxweşiyê” zarokek 4 salî kuşt
25 mijdar, 2018   17:03

HESEKÊ

Li gundê Til Diyab ê girêdayî bajaroka Sefeh a ku 10 km dikeve başurê Serêkaniyê, di dawetek saetên êvarê de pêkhatî, di encama gulebarana keyfxweşiyê de kesek mir û kesekî jî birîndar bû. Hat zanîn ev kesane kur û bav in. Kur Firaz Ebûd (4) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û bav Ebûd Mele Meter jî bi giranî birîndar bû. Kur û bav rakirin Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Ji ber giraniya rewşa Ebûd Mele Meter ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.

Di derbarê bûyerê de Asayîşa Serêkaniyê lêpirsîn da destpêkirin.

(bm)

ANHA