Li Reqayê çalakiyên 25‘ê Mijdarê

Li bajarê Reqayê, rêzeçalakiyên 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan hatin lidarxistin.

Li Reqayê çalakiyên 25‘ê Mijdarê
25 mijdar, 2018   17:57

REQA

Rêveberiya Jin a bajarê Reqayê têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan rêzeçalakî li Hola Tac a navenda bajêr hatin lidarxistin. Çalakî ji axaftin, helbest, şano û pêşandana belgefîlmekî pêk dihat.

Li cihê çalakiyê pankartên "Ji zewicandina zarokan re na, ji zulm û koletiyê re na, ji wekheviyê û jiyana hevbeş re erê, jina şerker pêşenga jinên Reqayê ye, em çêbûne da ku bi aştî bijîn û, azadiya me rûmeta me ye" hatibûn daliqandin.

Bi sedan jinên herêma Reqayê, nûnerên Buroyên Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên Reqa û Tebqa, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Sivîl a Reqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi bîranîna cangoroiyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Desteya Rêveberr a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Efrîn axivî û kesyeta şehîd Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hemû têkoşerên jin bi bîr anîn û ev tişt got: "Bi navê zeytûnên Efrînê û têkoşerên wê em berxwedana jin li her deverê silav dikin û Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan li hemû jinan pîroz dikin."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Meşleb El-Derwîş Meşleb El-Derwîş jî axivî û bi vê wesîleyê hemû jin pîroz kirin. El-Derwîş anî ziman ku jin afrînera jiyanê ye û avakara şarestaniyan e, bi pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di her qadan de pêşengtî kirin.

Bi navê YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundir û Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê jî axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan şevbêrikeke helbestan ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê hate lidarxistin. Hejmarek jin li ser têkoşîna jinan helbest xwendin.

Her wiha koma zarokan a girêdayî navenda Çand û Hunerê şanoyek li ser şîdeta li ser jinan û bandora wê li ser civakê pêşkêş kir.

Di dawiyê de belgefîlmek têkildarî şîdeta li ser jinan û bandora wê ya neyînî li ser jin û tevahî civakî hat pêşandan.

ANHA