Çalakiyên 'Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve' bi dawî bûn

Çalakiyên 'Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve' ku duh ji aliyê Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve hatiye destpêkirin îro bi vekirina pêşangeheke wênesaziyê bi dawî bû.

Çalakiyên 'Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve' bi dawî bûn
Çalakiyên 'Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve' bi dawî bûn
Çalakiyên 'Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve' bi dawî bûn
25 mijdar, 2018   15:31

TEBQA

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê duh çalakiya 'Ber bi pêşerojek bê şîdet ve ' dabû destpêkirin. Di çalakiyên forma danûstandina ku tê de 4 beş girêdayî şîdeta li ser jinan hatin nîşqankirin, her wiha şevbêrheke helebestan hatibû lidarxistin.

Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatibû birêxistinkirin îro bi vekirna pêşangeheke wênesaziyê bi dawî  bû.

Pêşangeh bi merasîmekê hate vekirin. Bi seden jinên herêmê û endam û rêveberên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê, hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî û Rêveberiya Jin a Tebqayê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de derdora 20 tabloyên cihereng têkildarî tundiya li dijî jinan û cureyên wê hatin pêşandan.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa me ANHA‘yê seroka Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xelo got: "Bi rêya çalakiya xwe em dixwazin nameyekê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryê re rêbikin, tundî hîna jî li dijî jinê di civakên me de tê meşandin. Ji ber wê û ji ber ku dibe sedema parçebûna civakan divê em vê pirsgirêkê çareser bikin û ji kokê ve tune bikin."

Pêşangeh îro ji saet 10:00 sibehê heta 2:00 piştî nîvro berdewam kir.

(şx)

ANHA