Wezareta Parastinê ya Rûsya derbarê bombebarana çeteyên Tirkiyê daxuyanî da!

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku balafirên Rûsya çekdarên ku duh Heleb bi amdeyên kîmyasal topbaran kir, tesfiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya derbarê bombebarana çeteyên Tirkiyê daxuyanî da!
25 mijdar, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Her wiha wezaretê da zanîn ku hin delîl hene  çete amadekariyên êrîşeke din a kîmyasal dikin.

Duh çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi madeya kilora jehkirî, hin taxên bajarê Helebê topbaran kir. Di encamê de li gorî Çavdêriya Sûriyê Mafê Mirovan, zêdetirî 90 kesî nesefa wan teng bûye.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker  gelek erdîngariya parêzgehên Heleb, Idlib, Hema û Laziqiya dagir kirine.

Hêjayî gotinê ye ku herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine bombebarankirin, 17`ê Îlonê di encama lihevkirina Pûtîn û Erdogan de wek herêmeke bêçek hate ragihandin. Li gorî vê peymanê divê çeteyên Tirk çekên xwe yên giran ji heta 10`ê Mijdarê ji wê herêmê derxin. Lê heta niha ev peyman pêk nehatiye.

(kc)