Şêniyên Efrînê: Biryara Dadgeha Ewropayê siyasî ye

Şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan red kirin û diyar kirin ku dadgeh şahidê hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker e.

Şêniyên Efrînê: Biryara Dadgeha Ewropayê siyasî ye
25 mijdar, 2018   08:22

ARIF SILÊMAN - CAFER CAFO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, bi belgeyên fermî ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê Efrînê de ji qirkirina çandî û guhertina demografyaya kantonê belge dikin, li gel Dadgeha Mafên Mirovan gilî kirin. Lê belê dadgehê giliyên wan red kirin û got divê şêniyên Efrînê destpêkê li gel dadgehên Tirkiyeyê gilî bikin.  

Ji aliyê xwe şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, bi rêya ajansa me biryara dadgehê şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Silêman got Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şahidê hemû êrîş û topbaranên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û hemû binpêkirinên wê der heqê şêniyên Efrînê de ji kuştina zarok û sivîlan, îşkencekirina sivîlan û talankirina milkên wan e. Her wiha Ehmed got li gel dadgehê îsbata van binpêkirinan heye.

Di berdewama gotinên xwe de Ehmed Silêman destnîşan kir ku dadgehê giliyên şêniyên Efrînê red kirine. Ev îsbat dike ku ew ne dadgeheke mirovî ye, lê berovajî wê tev li biryarên siyasî dibe û piştgiriya Tirkiyeyê dike û wiha dewam kir:"Gelo çawa dadgeh ji me dixwaze em vîna gelê xwe yê ku rastî hemû binpêkirinên dewleta Tirk hatiye, radestî Tirkiyeyê bikin? Wê demê dadgeh şirîkê Tirkiyeyê ye."

Di dawiya gotinên xwe de Ehmed Silêman bang li Dadgeha Mafên Mirovan kir ku li biryara xwe vegere û mafên gelê Kurd li Efrînê biparêze. Her wiha Silêman destnîşan kir ku divê hemû rêxistinên cîhanî û mafên mirovan dengê xwe bilind bikin û kiryarên Tirkiyeyê der heqê şêniyên Efrînê de îsbat bikin.

Welatiya bi navê Îlfet Elî jî wiha axivî: "Em vê biryarê napejirînin. Ev biryareke siyasî ye û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dike. Dewleta Tirk bi hemû çekên xwe yên giran û sivik şêniyên Efrînê kirin hedef û Dadgeha Mafên Mirovan şahidê wê ye. Gelo çima giliyên me red dikin?."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hesen Elî biryara dadgehê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Gelo çima dadgeh giliyên şêniyên Efrînê red dike? Kanî mafên mirovan? Çawa em ê li gel dadgehên dewleta Tirk a dagirker gilî bikin? Dewleta ku bajarê me Efrîn dagir kiriye, wêran kiriye dê çawa giliya me qebûl bike?.”

(şx)

ANHA