Iraq: Hejmara kesên ji ber lehiyê mirin bû 16

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku hejmara mirovên ji ber lehiyê mirin, bû 16 kes.

Iraq: Hejmara kesên ji ber lehiyê mirin bû 16
25 mijdar, 2018   07:39

NAVEND NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku 6 kesên din ji ber lehiyê mirine.

Bi vî rengî, hejmara kesên heta niha ji ber lehiyê mirin bû 16 kes. Herî kêm 22 kes jî birîndar bûn.