'Aloziya Sûriyê bi derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê wê bi dawî bibe'

Siyasetmedar Semîr Ezam got çareseriya aloziya Sûriyê bi derxistina artêşa Tirk a dagirker ji xaka  Sûriyê pêkan e.

'Aloziya Sûriyê bi derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê wê bi dawî bibe'
23 mijdar, 2018   06:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûrî û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê El-Siwêdayê Semîr Ezam derbarê rewşa dawî ya li Idlibê û encamên peymana navbera Rûsya û dewleta Tirk derbarê Idlibê de, ji ajansa me re nirxand.

Siyaseta Erdogan li Idlibê Cibhet El-Nusra diparêze

Ezam têkildarî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li ser mijarê Idlibê û sedemên nermiya Rûsya tevî ku Tirkiye li gorî lihevkirinê tevnegere axivî û got:"Eger mirov bixwaze vê rewşê binirxîne divê em vegerin atmosfera siyasî ku lihevkirin di nevbera Rûsya û Tirkiyê de (civîna Soçiyê) pêk hatiye. Ev lihevkirin li ser bermahiyên civîna Tehranê ya sêalî di navbera Potîn, Erdogan û Rohanî de pêk hat. Erdogan li vir neçar ma encamên civînê qebûl bike."

Di berdewama axaftina xwe de Ezam balkişand ku Erdogan sûd ji hemleya DYA-rojavayî ya ku şerê Idlibê red dike girt da ku ji lihevkirinên civîna Tehranê birive û wiha dewam kir:”Erdogan berê xwe da Koalîsyona Navdewletî û ji wan xwest ku di çareserkirina aloziya Idlibê de bi wî re şirîk be. Rûsya neçar ma li gorî Erdogan biçe. Ji ber wê civîna Soçiyê lidar xist. Di civînê de Potîn hemû daxwazên Tirkiyê yên girêdayî parastina Cibhet El-Nusra û hemû komên çekdar li Idlibê û bajarên bakurê Helebê qebûl kir.”

Di dirêjahiya axaftina xwe de Ezam anî ziman ku Tirkiye dizane wê Rûsya hevlabendiya xwe bi Tirkiyê re li Sûriyê xirab neke, ji ber wê Tirkiye berpirsyariyên xwe li gorî hevpeymana Soçiyê pêk neanî û ev nirxand kir:” Rûsya bi hewcedariya Tirkiyê ye da ku pilanên xwe li herêmê li dijî YPG û QSD'ê yên li herêmên rojhilatê Firatê pêk bîne, mînaka wê jî Efrîn e.”

'Tirkiye û Rûya dixwazin mijara Idlibê binuxmînin'

Ezam piştrast kir ku Tirkiye û Rûsya dixwazin mijara Idlibê binuxmînin û wiha domand: "Dirêjahiya derfeta nû ku Rûsya di van demên dawî de daye Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Cibhet El-Nusra salek e. Ev tişt nehatiye ragihandin lê belê bilindkirina Tirkiyê asta êrîşên xwe yên siyasî û leşkerî li dijî YPG'ê û QSD'ê ispata vê yekê ye. Her wiha ev lihevkirin di daxuyaniyên Wezîrê Rûsya yê Derve Lavrov de bi gotina alozî ne tenê li Idlibê ye lê belê li herêmên rojhilatê Firatê ye jî bêtir xuya dibe."

'Gelê Sûriyê berdêla van lihevkirin û peymanan didin'

Her wiha Ezam nakokiyên navdewletî û herêmî li ser mijara Idlibê destnîşan kir û anî ziman ku gelê Sûriyê berdêla van nakokiyan dide û wiha berdewam kir: "Li ser mijara Idlibê nakokî di navbera Rûsya û rêjîma Sûriyê de jî derketin holê. Daxuyaniyên Wezîrê Sûriyê yê Derve Welîd El-Muelêm dema got biryara vegera Idlibê biryarek Sûrî ye û hêrsa Rûsya ji van daxuyaniyan bi dirêjkirina lihevkirina xwe bi Tirkiyê re piştrast kirin. Di encama van lihevkirin û nakokiyan de gelê Sûriyê temen dide.”

'Ên ku li çareseriyê digerin divê QSD û Meclisa Sûriye Demokratîk neyên paşguhkirin’

Ezam wiha got: "Yên ku li çareseriya aloziya Sûriyê digerin, divê hêzek leşkerî û siyasî Sûrî ku li hember terorê sekinî û di aliyê leşkerî de ew têk bir neyê paşguhkirin. Di vir de ez behsa QSD'ê dikim û meclisa wê ya siyasî bi projeya xwe ya demokratîk û pirengî ku daxwazên hemû gelê Sûriyê bi cih tîne.”

Siyasetmedarê Sûrî û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê El-Siwêdayê Semîr Ezam çareserkirina aloziya Sûriyê bi derxistina artêşa Tirk a dagirker ji xakên Sûriyê ve girêda û got: "Aloziya Sûriyê bi derketina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê û pêkanîna biryarên Meclia Ewlehiya Navdewletî di tunekirina terorê de  û amadekirina destûrek nû ku hemû pêkhatetyên Sûriyê cihê xwe tê de digirin pêkane. Divê Rûsya têbighêje ku nikare serweriya hemû xaka Sûriyê bike û li Sûriyê pirsgirêka desthilatdariyê heye. Her wiha ev alozî beyî lihevkirina hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybet aliyên ku terorê têk birin û jiyana bi milyonan gelê Sûriyê xilas kirin ne pêkane."

(şx)

ANHA