‘Heya em agahî ji Rêber APO negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin’

Çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bi armanca têkbirina tekoşîna gelê Kurd tecrîdê li ser Rêber APO pêk tînin û wiha gotin:”Têkoşîna Rêber APO di Îmralî de ji bo gelan e. Heya em agahî ji Rêber APO negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

‘Heya em agahî ji Rêber APO negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin’
23 mijdar, 2018   06:35

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan feriz kiriye. Ji Adara 2015'an ve dewleta Tirk a dagirker nahêle ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Nerazîbûnên li dijî tercîdê li ser Kurdistanê û tevahiya cîhanê roj bi roj zêde dibin.

Li Bakurê Kurdistanê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike 7`ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû.

Li gelêk bajarên Bakurê Kurdistanê de ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Ocalan gel dikeve greva birçîbûne.

21’ê vê mehe nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

Tekildarî mijarê, nûnerên HPD`ê yên li Başûrê Kurdistanê ku niha di greva birçîbûnê de ne, ji ajansa me ANHA`yê  re axivîn û gotin ku heya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin ew ê çalakiya bidomînin.

‘Êdî em bêdengî qabûl nakin’

Nûnerê HDP`ê Nasir Yagiz diyar kir ku tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser hemû gelan e û wiha dewam kir:“Armanca min a greva birçîbûnê, rakirina tecrîda li ser Rêber APO û piştgiriya Leyla Guven e. Hişmendiya dagirkeriyê li ser  gelê Kurd berdewamkirina komploya li ser Rêber APO ye.  Komplo bi destê dagirkeran heta niha dewam dike. Bi vê çalakiyê em ê helwestên xwe nîşanî dijminên dagirker bidin. Êdî em bêdengî qabûl nakin.”

‘Têkoşîna Rêber APO di Îmralî de ji bo gelan e’

Nasir Yagiz anî ziman ku bi tecrîda li ser Rêber APO dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û got:“Birdozî û felsefeya Rêber APO ji bo hemû gelan e. Têkoşîna Rêber APO di Îmralî de ji bo gelan e. Dewletên  dagirker êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dikin.  Lê vîna gelê Kurd dagirkeriya wan qabûl nake. Heger tecrîd bidome em hemû bibin fedayên Rêber APO.” 

‘Heya agahî ji Rêber APO negrin wê çalakî berdewam bike’

Her wiha nûnerê HDP`ê Mehmed Şerîf Sûer ku wî jî dest bi greva birçîbûnê kiriye, destnîşan kir ku ev 20 sal in  tecrîd li ser Rêber APO tê meşandin û di cîhanê de tu mînakê vê tecrîdê nehatiye dîtin û ev dewam kir:“Tecrîdkirina Rêber APO êdî tecrîdkirina Mandella derbas kiriye. Dewletên navneteweyî bi bi bêdengiya xwe hêz didine dewleta Tirk a dagirker. Hemû dewletên dagirker bi şer û şerên taybet tinebûna gelê Kurd dixwazin. Bi armanca têkbirina tekoşîna gelê Kurd tecrîdê li ser Rêber APO pêk tînin. Hemû cîhan êdî dizane ku Rêber APO tene bi fizîkî dîl girtiyê, paradigmaya wî li hemû cîhanê belav bûye. Tecrîda li Îmralî li dijî mirovahî û mafê mirova ne. Pêwîst e tecrîd were rakirin. Heya em agahî ji Rêber APO negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Çalakvanan bang li hemû gelên aştîxwaz û demokrat kirin ku xwedî li çalakiyên têkildarî tecrdîkirina Ocalan de derbikevin û gotin:“Bi yekitiyê em ê tecrîdê rabikin û azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk bînin.”

ANHA