‘Divê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin’

Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk bi boneya nêzîkbûna roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li bajarê Hesekê civîneke berfireh lidar xist. Di civînê de banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin.

‘Divê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin’
‘Divê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin’
21 mijdar, 2018   13:49

HESEKÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya nêzîkbûna roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê civîneke berfireh lidar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya taxa El-Muftî ya bajarê Helebê hate lidarxistin û têde bi dehan jin û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. piştre Rêveberê Buroya Rêxistinî ya MSD’ê Rîhab Corc, cîgira hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Nûjîn Yûsif axivîn û behsa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan kirin û wiha gotin: “Divê dawî li zulma li ser jinan were anîn û edaleta di navbera herdu cinsan de pêk were.”

Herduyan piştrast kirin ku bi saya şoreşa Rojava derfeteke mezin li pêşiya jinan vebûye da ku xebatên xwe ber bi azadiyê ve pêşve bibin û pêşengtiya civaka xwe bikin. Her wiha jinan cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girtin û niha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo giştî jinan bûne mînak.

Di civînê de hin paragrafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girêdayî rola jinan di civakê de hatin xwendin.

Herduyan dane zanîn azadiya jinan girêdayî azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan e, nemaze ji ber ku têkoşîna xwe xistiye xizmeta azadiya jinan û wiha domandin: “Divê jin di têkoşîna xwe de li hemû qadan bala xwe bikişînin ser azadkirina Rêber Ocalan.”

Di dawiya civînê de di navbera beşdaran û dîwana civînê de nîqaşên girêdayî têkoşîna jinan hatin kirin û rêbazên çespandina rola jinan di hemû aliyên civakê de hatin nîqaşkirin.

ANHA