Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike

Piştî 2 salan gundê Jinwar di 25'ê Mijdarê de wê deriyê xwe vebike.

Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
Jinwar di 25'ê Mijdarê de deriyê xwe vedike
21 mijdar, 2018   09:10

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Di 10'ê Adara 2016'an de sazî û rêxistinên girêdayî jinan ên herêma Cizîrê dest bi avakirina yekemîn gundê taybet bo jinan bi navê Jinwar kirin.

Jinên karker ên gund xebatên avakirina 30 malan, dibistanekî bi navê Dayika Ûveyş, akademiya Jinwar,navendek tenduristiyê bi dawî kirin.

Dibistan bi navê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayika Ûveyş hatiye bi navkirin. Her wiha li navenda tenduristiyê wê nexweş bi rêya şînatiyan werin dermankirin.

Gelo hizra avakirina gundê Jinwar ji ku derê hat?

Ev hizira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan di pirtûkên xwe de behsa gundê Îştar a taybet bo jinan dike. Ocalan avakirina gund tiştek dilkêş dît.

Çawa dest bi avakirina gund hate kirin?

Têkildarî vê mijarê gelek civîn bi cuda saziyên jinan û endezyaran re hatin lidarxistin. Di encama gelek nîqaşan de biryar hate girtin ku gund weke teşeya çargoşe bê avakirin. Hemû malên gund axî bin û jiyana wê komînal be. Di 25'ê Mijdara 2016'an de avakirina gund hate ragihandin. Ji ber wê xebatên amadekirina binesaziya gund hate destpêkirin. Piştre di Nîsana 2017'an de xebatên rasteqînî destpê kirin.

Gundê Jinwar li ku derê ye?

Gund li rojavayê naveçya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê ye. Her wiha gund li nêzî girê Gebz a dîrokî ye û gundên Kerkend, Herba, Etîşan û gundê Qeyrawan li derdora wî ne.

Gund ji 30 malan, parkeke biçûk, dibistanek seretayî, akademiyek heta ku hemû jinên gund perwerdeyên xwe lê bibînin, axura sewalan û navendek tenduristiyê ku nexweşan bi şînkahiyê derman dike pêk tê.

Kî wê li gundê Jinwar bijîn?

Jinên ku bê xwedî ne, hevserên şehîdan, jinebî û hemû jinên ku bixwazin li gund bijîn divê serdana navendên Kongreya Star an jî Mala Jinan li herêma ku lê dimînin bikin.

Jinwar pêdiviyên xwe ji aliyê aborî ve çawa peyda dike?

Di Jinwar de ji bo peydakirina hemû pêdiviyan di hemû waran de, jin sebzeyan diçînin. Heman demê li nava gund dikanek û firinek jî vekirine. Bi vê awayî ne tenê pêdiviyên Jinwar peyda dibin, lê pêwîstiyên gundên derdorê jî tên peyda kirin.

Niştecihên gund di nav dildariyê û hezkirinê de dijîn

Niha 8 malbat ji cuda bajar û deverên Herêma Cizîrê li gund bi cih bûne. Ajansa me jiyana wan jinan şopand.

Jin bi hev re di serî saetên sibehê ve ji xew şiyar dibin. Ya ku bala mirov dikşîne ku hemû jin bi hev re xwarinê amade dikin û bi hev re dixwin. Di jiyana wan de giyana komînal xuyaye.

Jina bi navê Fatme Derwîş 33 salî ye û dayika 7 zarokan e. Fatme ji navçeya Şedadê ye. Têkildarî mijarê Fatme ev tişt anî ziman: "Piştî şehadeta hevserê min û ji ber nebaşiya rewşa madî ya malbata wî min serdana Mala Jinan a Şedadê kir. Endaman jiyana li gund pêşniyarî min kirin. ji ber wê min berê xwe da gund û lê bi cih bûm. Ez li vir gelek kêfxweş im. Ji ber ku ev cihek taybet ji bo jinê ye."

Fatme wiha domand: " Li gund a herî xweş, jiyana dildarî û wefedariyê di navbera jinan de û jiyana komînal e."

Jina bi navê Fatme Emîn jî ku dayika 5 zarokan e got: "Piştî şehadeta hevserê min, ez û zarokên xwe bi tenê man. Ji ber wê me biryara da ku em li gund bijîn."

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Komîteya Avakirina Gundê Jinan a bi eslê xwe Alman e Nûjîn got: "Armanca me ji avakirina gund ku, jin xwe bi xwe, xwe bi rêve bibe û vegere jiyana xwezayî û debara xwe bi çandiniyê peyda bike ye."

Roja 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinan e. Di vê rojê de gundê Jinwar wê deriyê xwe bi awayekî fermî li hember hemû jinên ku dixwazin li gund bijîn vebike.

(şx)

ANHA