Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Washingtonê berjewendiyên sereke yên Rûsyayê di Sûriyeyê de diyar kirin û derketina hêzên Îranê û zexta li ser rêjîmê, da ku beşdarî danûstandinan bibe û wek merc danî da ku ew jî beşdarî xebatên jinûveavakirina Sûriyeyê bibe. Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku dê xebatên xwe ji bo avakirina komîteya destûrî rawestîne. Serokwezîrê Iraqê jî dijberiyeke spî li dijî cezayên li ser Îranê ragihand. Çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê jî bêtir girêkok bûye.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
21 mijdar, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Amerîkayê yên der barê rewşa Sûriyeyê de kir. Rojnameyan her wiha behsa helwesta Iraqê li hember cezayên li ser Îranê û astengbûyîna çalakiya siyasî li Lubnanê kir.

Şerq El-Ewsat: James Jeffrey; em dijberiya berjewendiyên Rûsyayê di Sûriyeyê de nakin

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên Sûriyeyê kir. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku şandeyê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey banga derketina hêzên biyanî û bi taybet hêzên Îranê ji bilî hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê kir û diyar kir ku hemû hêz amade ne ji Sûriyeyê derkevin, eger Îran ji Sûriyeyê derkeve û çareseriyeke siyasî pêk were. Jeffrey ji rojnameyan re got ku hebûna leşkerî ya Rûsyayê girêdayî bender û baregeheke hêzên ezmanî ye û ev yek beriya şerê Sûriyeyê bû û ji ber vê yekê Washingtonê daxwaza derketina vê hêza biyanî ji Sûriyeyê nake.

Rojnameyê li ser navê Jeffrey wiha got: “Rûsya hikumeta Şamê wek dostê xwe dixwaze û dixwaze baregehên xwe yên leşkerî di Sûriyeyê de biparêze. Em ne li dijî vê yekê ne. Lê em ji Moskovê dixwazin ku zextê li rêjîma Sûriyeyê bike da ku helwesta xwe biguherîne. Amerîka dixwaze ji Rûsyayê re berjewendiyên wê yên sereke di Sûriyeyê de diyar bike û hevkariya me bi hev re û avakirina hikumeteke ku alîgiriya xwe ji gel wergire, di berjewendiya wê de ye. Ne pêkan e civaka navneteweyî alîkariya hikumeta ku şaş dixebite bike û dive Rûsya ji bo helwesta rêjîmê biguherîne asta xebata xwe zêde bike.”

El-Heyat: Dibe ku Neteweyên Yekbûyî dest ji xebatên avakirina komîteya destûrî berde

Girêdayî xebatên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat ragihand ku şandeyê navneteweyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura hişyarî da ku dibe rêxistina navneteweyî neçar bimîne ku dest ji xebatên avakirina komîteya destûrî berde, eger heta dawiya kanûna îsal lihevkirinek pêk neyê. Di civîneke Konseya Ewlehiyê ya li New Yorkê de Mistura di beşdarbûneke dîtbar de ji Cinêvê got ku ew di qonaxa dawîn a xebatên hewldana avakirina komîteya destûrî de ne. Dibe ku em neçar bimînin ku di vê dema niha de dest ji xebatên avakirina destûrî berdin.”

Şerq El-Ewsat: Danûstandinên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê, da ku bi lez li Idlibê tev bigerin

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa mijar û aloziya parêzgeha Idlibê kir û got ku wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û hevpîşeyê wî yê Rûsyayê Sergî Şiwêgo li bajarê Soçî  beriya 24 saetan ji hevdîtina her du serokan Recep Tayyîp Erdogan û Viladimîr Pûtîn a li Stenbolê lihev civiyan û dosya Idlibê û komîteya destûrî gotûbêj kirin.

Enqereyê jî ragihand ku hemû tabûran çekên xwe yên giran li Idlibê radest kirine û got ku rewşa li Idlibê pêdivî bi destwerdaneke lezgîn ji aliyê Tirkiyê û Rûsyayê ve heye.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê û bandora cezayên Amerîkayê li ser Îranê li ser wê rojnameya El-Ereb diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Muhdî qebûl nekir ku welatê wî bibe beşekî sîstema cezayên Amerîkayê li ser Îranê û eger Washington ji Bexdayê bixwaze ku hişk nêzî cezayan bibe dê bandoreke neyînî li rewşa giştî Iraqê bike û maşêteke xwe wiha bi nav kir: “El-Muhdî dijberiya Spî li hemberî cezayên Washingtonê li ser Îranê ragihand.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa aborî ya Iraqê kir û got ku 240 rayedar û karmendên dewletê bi buhayekî gelekî erzan xanûber kirê kirine û kirîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Xanûberên dewleta Iraqê li ber bayê rayedaran e.”

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Heyat diyar kir ku astengî li pêşiya avakirina hikumetê zêde dibin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “El-Herîrî ji vekişandina Basîl a navênkariya xwe ne dilxemgîn e û aloziyê bi Hizbullah re ne bi parlemanterên sunnî re dibîne.”

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa alozî û şerê bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Aloziya hişyariya rewşê kambax dike eger şerê El-Hudeyda tavilê raneweste”.

Îran

Girêdayî cezayên Amerîkayê li ser Îranê rojnameya El-Heyat got ku şîrketa Îranê ya çêkirina vexwarinên gazî “Tamnoş” piştî 16 salên xebatê hate girtin û bi dehan karmendên xwe ji kar avêtin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Cezayên Amerîkayê karmendên Îranê têk dibe û dilsarbûna xebatan serwer e”.