Ji gelê Rojava banga yekîtiyê

Kurdên herêma Cizîrê li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker banga yekitiyê li partiyên siyasî kirin û diyar kirin ku bersiva herî guncaw a li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekrêziya gelê Kurd e.

Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
Ji gelê Rojava banga yekîtiyê
21 mijdar, 2018   07:27

EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi desteka hin dewletên herêmê hebûna kurdan dike hedef. Di navîna sala 2016‘an de desthilatdariya Tirkiyê li hemberî gel polîtîkeyên qirkirinê daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de êrîşên xwe yên li dijî herêmên Parastina Medyayê dijwartir kirine. Di heman demê de êrîşî herêmên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de jî dike.

Di destpêka sala 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker bi hemû cure çekên giran êrîşî Kantona Efrînê kirin û gelek komkujî pêk anîn. Di van komkujiyan de bi sedan sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn hatîn qetilkirin.

Ji destpêka meha Mijdarê ve êrîşî jîngehên sivîlan ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin. Êrîşên ku li ser vê herêmê pêk hatin de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Jina bi navê Ezîza Ehmed ku ji bajarê Qamişlo ye, dibêje: "Me tade li tû kesî nekiriye, lê dewleta Tirk êrîşî me dike. Dixwaze me ji malên me, ji cih û warên me derbixe. Divê gelê Kurd di vê pêjvajoyê de hevgirtina xwe ava bikin da ku Tirkiyê dest li xaka me wer nede û êrîşî me neke."

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker bi balafiran û her cure çêkên giran êrîşî herêmên Parastina Medyayê li Başûrê Kurdistanê dike. Êrîşa ku di 14‘ê Mijdarê de çêbû de 3 sivîl hatin qetilkirin.

Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ku li ser herêmên Kurdistanê pêk tên de civaka navdewletî heya niha ti helwest nîşan nedaye.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bêdengiya civaka navdewletî  bi çalakiyan rastî nerazîbûnên gelê Kurd tên.

Şehnaz Hesarî ya ji bajarê Qamişlo, bang li partiyên Kurdî û hêzên Kurdistanî û gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê Kurdistanê pêk tên, di demeke lezgîn de yekitiya  xwe ava bikin û wiha got: "Ey fermandarên Kurd em bang li we dikin bibin yek, Kurdistan hewcedarê yekitiya we ye."

Ebdulezîz Îbrahîm jî ji şêniyên bajarê Qamişlo ye dibêje: "Tirkiyê bi armanca tinekirina me her tim topan li ser herêmên me dibarîne û aramiya ku bi xwîna zarokên me pêk hatiye dike hedef."

Ebdulezîz Îbarhîm her wiha anî ziman ku gelê Kurd gelekî xêrxwaz û aştîxwaz e û got: "Tirkiyê ji hebûn û serkeftinên ku hêzên me yên leşkerî li Rojava bi dest xistine ditirese. Ditirse ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li hemberî polîtîkeyên Erdogan ên şofenîst û nejadperest serhildaneke mezin rabe."

Îbrahîm bang li gelê Kurd kir ku ji armancên leşkerî yên Tirkiyê baldar bin û wiha domand: "Tirkiye Kurdan dikuje û dest davêje hebûna wan. Armanca Tirkiyê me ji xaka me derxistine."

Îbrahîm diyar kir ku: "Ger siyasî dibe yan jî leşkerî dibe ferq nake, lê divê gelê Kurd li Kurdisitanê xelekekê çêbikin û li derdora wê kom bibin. Erka hemû Kurdekî ye ku xak û rûmeta xwe biparêze."

Bersiva herî gucaw yekitiya gelê Kurd e

Ebdulezîz Ebdulselam ji bajarê Qamişlo ye. Ebulselam êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyê û herêmê Parastina Medya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Bersiva herî gucaw ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê yekitiya gelê Kurd e, ji ber ku êrîşên Tirk hebûna Kurdan dike hedef."

Ebdulezîz her wiha got: "Ji me tê xwestin em bi yekrêzî li tenişta şervanên xwe, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hemû hêzên leşkerî bin û bersiva êrîşên li ser gelê Kurd pêk tên bidin. Heger em bibin yek emê bi hêztir bibin. Tirkiyê parçe dibe, di qeyraneke hundirîn de ye û di aliyê aborî de têk diçe. Ji ber vê yekê ji bo ku krîza hindirîn derbasî derve bike, êrîşî me dike da ku xwe bi hêz bide diyarkirin."

ANHA