Di roja dawîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de pirtûka ‘Yilmaz Guney’ hate îmzekirin

Di roja dawîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî de, nivîskarê Kurd Hozan Nûser pirtûka bi navê Yilmaz Guney ku li ser jiyana sînemagerê Kurd Yilmaz Guney nivîsandiye, îmze kir.

Di roja dawîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de pirtûka ‘Yilmaz Guney’ hate îmzekirin
Di roja dawîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de pirtûka ‘Yilmaz Guney’ hate îmzekirin
Di roja dawîn a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê de pirtûka ‘Yilmaz Guney’ hate îmzekirin
20 mijdar, 2018   10:15

KOBANÊ

Di roja dawîn a çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî de ku 7 rojan li bajarê Kobanê dewam kir, nivîskarê Kurd ê ji bakurê Kurdistanê Hozan Nûser pirtûka bi navê Yilmaz Guney ku li ser jiyana sînemagerê Kurd Yilmaz Guney hatiye nivîsandin, îmze kir.

Di şahiya îmzeyê de ku li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê hate lidarxistin, bi dehan rewşenbîr, sînemager û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Kantona Kobanê amade bûn.

Nûser li bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê 4 salan pirtûk nivîsand û destnîşan kir ku cih û roleke mezin a Yilmaz Guney di sînemaya Kurdî de heye. Hozan Nûser diyar kir ku bi rêya pirtûka bi zimanê kurdî nivîsandiye, balê dikişîne ser zehmetiyên ku sînemager Yilmaz Guney  di zindanên Tirkiyeyê de dîtine.

Li ser sedema nivîsandina pirtûkê, Nûser wiha got: "Min jiyana Yilmaz Guney hilbijart ji bo hezkiriyên sînemayê tiştên ku hatine serê Guney bizanin, bi taybet ji ber ku ew siyasetmedarekî çepgir bû û siyaseta hikumeta Tirkiyeyê qebûl nedikir. Yilmaz Guney bi fîlmên xwe yên li ser xizanan û gundiyan û bindestan dihat naskirin."

Yilmaz Guney di temenê xwe yê 47 salî de li paytexta Fransayê Parîsê sala 1984’an jiyana xwe ji dest da. Gelek fîlm çêkirin, bêhtirî fîlmên xwe li ser jiyana gundiyên li herêmên çiyayî yên li bakurê Kurdistanê çêdikirin. Yek ji fîlmên wî ku navdar bû "Rê" ku li gelek holên sînemayê li gelek dewletên cîhanê hate nîşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve hate organîzekirin û tê de 80 fîlm di 7 rojan de hatin nîşandan.

(jo)

ANHA