Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje

Bi şarezahiya xwe bawer bû û tê gihîşt ku rîşa wê çeka wê ye. Kefa Bosklî tabloyên xwe ji alava şer li Efrînê rizgar kir û beşdarî pêşengeha ku li taxa Şêxmeqsûd li darketiyê bû.

Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
Bi rêya şarezahiya xwe çîroka xwe vedibêje
20 mijdar, 2018   07:22

MIHEMED EBDO - EHMED REŞÎD / HELEB

Kefa Bosklî 16 salî ye û di malbata wê de 10 kes hene. Armanca wê bibe wênesazek û ji bo vê hîna jî hewldanên wê berdewam in. Ew dixwaze bi rêya hunera xwe hestên di hundirê xwe de rave bike.

Şarezahiyên hunerî yên Kefayê di biçûkahiya wê ve dest pê kirine. Dema 6 salî bûye, mamosteya wê di refa 1'an de afirîneriya wê di wêneyê de vedîtiye.

Kefa, di tabloyên xwe de hunera nîgariyê bi sîberkirinê hilbijartiye. Ji ber ku di nêrîna wê de sîberkirin di nav rengan de ya herî rastbîn e. Di destpêkê de kevoka aştiyê li ser kaxizekê xêz kiriye. Lê dema êrîşên çeteyan li ser taxa Şêxmeqsûdê neçar maye bi  malbata xwe re berê xwe bide Efrînê.

Lê şert û mercên koçberkirinê, li hember Kefayê nebûne asteng. Kefa hewl daye şarezahiya xwe bi pêş bixe. Ji ber wê li Efrînê tev li Navenda Çand û Hunerê ya kantonê beşa wêneyê bû. Bi alîkariya hejmarek ji hunermendan û mamosteyên wênesaziyê arezûyên xwe bi pêş xistine û gihaştiye asta beşdarbûna pêşengehan.

Kefa di tabloyên xwe de gelek çîrokan vedibêje. Piraniya berhemên wê wêneyên kesayetiyê ne. Wêneya dapîra Kefa di nav tabloyên wê de cih girtiye. Di vê wêneyê de û şêwaza xêzkirina Kefayê ji qurmiçên rûyê dapîra xwe afirînariya wê di vî warî de xuya dike.

Kefa wiha armancên xwe rave kirin: "Ji biçûkahiya xwe ve ez ji wêneyê hez dikim. Di demên vala de min zanebûna xwe di vî warî de xurt kir û bi pêş xist."

Dema ku Kefa xwe amade dike ku beşdarî yekemîn pêşengehê bibe, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirine. Bi vê yekê hêviyên Kefa mîna hêviyên bi sedan zarokên Efrînê nîvçe mane.

Lê Kefa bi vê gotinê 'Israrkirin ji hemû astengiyan bihêztir e', hêviya xwe tîne ziman. Ji nû ve vegeriyaye mala xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Kefa bi çend tabloyên ku ji êrîşên li Efrînê rizgar kiriye beşdarî pêşengeha yekemîn a wênesaziyê  ku li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Heleb lidarxistin, bûye.

Di dawiyê de Kefa hêvî kir ku piştî rizgarkirina Efrînê, wê vegere bajarê xwe û dîmenên xwezaya wê yên xweşik xêz bike.

(şx)

ANHA