Roja Zarokan a Cîhanê û kiryarên dewleta Tirk

Gelo ji mafê Tirkiyeyê ye ku peymana parastina mafên zarokan îmze kiriye, Roja Zarokan a Cîhanê pîroz bike? Ma ne kiryarên Tirkiyeyê îdiayên wê yên sexte eşkere dike? Bêdengiya rêxistinan bi taybet a Komîteya Mafên Zarokan asta nakokiyên di navbera peyman û bêdengiya li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser zarokên Bakurê Sûriyeyê de diyar dike.

Roja Zarokan a Cîhanê û kiryarên dewleta Tirk
20 mijdar, 2018   05:20

EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. 191 dewletên cîhanê 20‘ê Mijdara 1989‘an wek Roja Mafên Zarokan îmze kir.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) Peymana Mafên Zarokan peymaneke navdewletî ye ku mafê zarokan ên sivîl, siyasî, aborî û çandî diyar dike û pêkanîna peymanê ji aliyê Komîteya Mafên Zarokan a girêdayî NY’yê ve tê şopandin ku ji gelek welatên cîhanî ku peyman îmze kirin, pêk tê. Li gorî peymanê, mafên zarok ên siyasî, jiyanî, nav û nasname, perwerde û hwd. hene.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku peymana navdewletî ya mafên zarokan îmze kiriye. Lê kiryarên wê yên li dijî zarokan li bakur û başûrê Sûriyeyê gelek pirsan derdixin pêş. Ji wan gelo mafê Tirkiyeyê heye ku vê rojê pîroz bike? Ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî zarokan re Komîteya Mafên Mirovan a NY‘ê ya ku ji gelek welatên cîhanê pêk tê û pêkanîna bendên peymanê dişopînin, li ku derê ye?

Artêşa Tirk a dagirker 20‘ê Çileyê bi teknîkeke pêşketî û çekên giran wekî balafir, tank, top û fûze êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşên xwe de sivîl kirin hedef û tu cudahî nexist navbera jin, zarok, ciwan, kal û pîr û astengdaran.

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê, divê em hin ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokên Efrînê bi bîr bixin. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê de gelek zarok ji mafê perwerdeyê bê par mane.

Li gorî bîlançoya Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê di nava kêmî mehekê de ango di navbera 20‘ê Çileyê heya 19‘ê Sibatê zêdetirî 45 zarok di encama êrîş û komkujiyên li ser Efrînê de şehîd bûn. Ji wan komkujiyan; komkujiya li navçeya Mabatayê ya 26‘ê Çileya 2018‘an; artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşên dijwar birin ser jîngehên sivîlan û di êrîşê de ji malbatekê 7 kes mirin; Taha El-Xatir, Emîna El-Xatir û zarokên wan Zekiya (15), Selman (14) û Îsra El-Xatir û zarokekî din ku navê wî nehat naskirin.

Di nav bêdengiya civaka navdewletî de, bi taybet Komîteya Mafên Mirovan a NY‘ê, li hember van binpêkirinan, artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên neexlaqî û dermirovî sînordar nake. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 5‘ê Adarê êrîşî Efrînê kir û komkujiyeke din pêk anî. Di vê komkujiyê de 13 kes, di nav de 3 zarok, şehîd bûn. Di 15‘ê Adarê de balafir û tankên dewleta Tirk navenda bajarê Efrînê bombebaran kir, di bombebaranê de 8 zarok şehîd bûn.

Ji qetilkirina zaroka 6 salî Sarayê kî berpirsyar e?

Binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê di vê astê de sînordar neman. Li vir pirsek derdikeve pêş; "Ji qetilkirina zaroka bi nave Sara Rifet Mistefa ya 6 salî kî berpirsyar e?” Saraya ku di 1‘ê Mijdarê de dema ji dibistana xwe vedigeriya û di êrîşa leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Spî de hate qetilkirin? Gelo Tirkiye yan Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ku bê deng e, berpirsyar e?

Dibe ku pirsa herî girîng ew be ku mafê Tirkiyeyê û dewletên ku Peymana Parastina Mafên Mirovan mohr kirine Roja Zarokan a Cîhanê pîroz bike? Ma ne kiryarên Tirkiyeyê îdiayên wê derew derdixe? Rêxistinên mirovî, bi taybet Komîteya Parastina Mafên Zarokan, asta bêdengiya xwe bi asta nakokiyên di navbera peyman û pêkanîna wê de diyar dike.

ANHA