ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 .11.2018
20 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Kampanyaya berhevkirina îmzeyan a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 4‘an de li bajarê Kobanê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan ahengekê li dibistana Ehdas a Şehbayê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk bi dirûşma "Sûriyê ya Sûriyan e " hevdîtinekê li navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya Roja Cîhanî ya Zarokan Rêxistina Mafê Zarokan a Herêma Cizîrê çalakiya piştgiriya zarokên Efrînê li dar dixe, çalakî li ber avahiya rêxistinê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakî li bajarê Qamişlo dewreya perwerdeyê ya 100 endamî bi dawî dib, her wiha navenda xwe vedike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin siyasetmendaran gotin armanca sereke ya Tirkiyê ji tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkiliyên di navbera Ocalan û gel de de qut bike û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelo ji mafê Tirkiyeyê ye ku peymana parastina mafên zarokan îmze kiriye, Roja Zarokan a Cîhanê pîroz bike? Ma ne kiryarên Tirkiyeyê îdiayên wê yên sexte eşkere dike? Bêdengiya rêxistinan bi taybet a Komîteya Mafên Zarokan asta nakokiyên di navbera peyman û bêdengiya li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser zarokên Bakurê Sûriyeyê de diyar dike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Ebdulsetar El-Feysel destnîşan kir ku dewleta Tirk di mijara Idlibê û têkbirina destkeftiyên gelê Sûriyê de bi awayekî veşartî bi gelek dewletan re lihev kirin û anî ziman ku komên navê mûxalefetê li xwe dikin ji dagirkirina Tirkiyê re berpirsyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiyên siyasî yên Sûriyê û Kurd tekez kirin ku hemû pilanên Tirkiyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê neghêjin serî û got ku Tirkiyê wê nikaribe vîna gelê azadîxwaz û rumatdar têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-  Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê çalakiyan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hobyaya xwe bawer bû û têghişt ku rîşa wê çeka wê ye. Kefa Bosklî tabloyên xwe ji şer li Efrînê rizgar kir û beşdarî pêşangeha ku li taxa Şêxmeqsûd li darketiyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku di asta yekemîn de jin bûne qurbana şerên li Sûriyê û tekez kirin ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan gavên girîng avêtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Yekitiya Werzîşê ya Herêma Tebqayê tevî ku nû hatiye avakirin û derfetên kêm, dikarî gelek gavan bavêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parkên bajarê Reqayê piştî 7 salan ji nû ve deriyên xwe ji bo zarokan vedike, zarokên bajêr bi vekirina parkê kêfxweş in lê dixwazin ku lîstokên parkê bêne zêdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA