Meclisa Rêveber rewşa çandê nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mebesta gotûbêjkirina warê çandê bi Desteya Çandê re civiya. Di civînê de ji bo amadekirina rêziknameyeke hevpar komîteyek hate avakirin.

Meclisa Rêveber rewşa çandê nîqaş kir
19 mijdar, 2018   13:38

GIRÊ SPÎ

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî li dar ket. Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebdhamid El-Mihbaş û hevserokên deste û komîteyên çandê yên rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civînê de amade bûn.

Beşdaran rewşa çand û hunerê, deverên şûnwarî, her wiha çawaniya parastin û sererastkirina wan gotûbêj kirin. Di civînê de, her wiha mijara aktîfkirina deverên turîzmê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bibe jêdera aboriya herêmê, nîqaş kirin. Hate gotin ku divê çalakiyên çandî û hunerî bêne berfirehkirin.

Di dawiya civînê de ji bo amadekirina rêziknameyeke hevpar ji hemû deste û komîteyên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyek ji 7 kesan hate avakirin.

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel çand û hunerê qadên şûnwar û turîzmê jî dihewîne.

ANHA