Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter

Şîrketa El-Şemal a avakirinê li Tebqayê xebatên avakirina 'Tebqa Senter' didomîne. Ev proje mezintirîn projeyên ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Tê payîn ku werşeyên kar di meha Adara bê de karên xwe biqedînin.

Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
Li Tebqayê projeyeke nûjen… Tebqa Senter
19 mijdar, 2018   08:25

TEBQA

Di destpêka meha Tîrmehê de Şîrketa El-Şemal binesaziya yekemîn a projeya Tebqa Senter danîbû. Armanca vê projeyê peydakirina derfetên kar û jinûveavakirina Sûriyeyê ye.

Proje ji du avahiyên li hember hev pêk tê. Dirêjahiya her avahiyekê 172 metre û firehiya wan 6 metre ne. Di navenda her du avahiyan de qadeke navendî bi dirêjahiya 165 metre û firehiya 15 metreyan heye. Her wiha 2 deriyên fireh li her du aliyên rojava û rojhilat, garacek li aliyê bakur û parkek li aliyê başûr hene.

Endezyaran di pêkanîna projeyê de nûjentirîn dizaynên avakirinê bi kar anîne.

Proje ji 3 qatan pêk tê. Qata jêrîn di her du avahiyan de ji bo dikanên biçûk dirêjahiya her dikanekî 6 û firehiya wan 3 metre ne û qata duyemîn ji bo 28 holên mezin hatiye diyarkirin. Lê qata sêyemîm tê payîn ku ji bo xwaringeh û kafeteryayan bê diyarkirin. Hejmara giştî 6 xwaringeh û kafeterya ne.

Her wiha qada di navbera her du avahiyan de dê bibe cihê vehesînê û dê kursî lê bên danîn û bi kulîlkan bê xemilandin.

Gerînendeyê Şîrketa El-Şemal a avakirinê ya Tebqayê Edîb Mihemed El-Hisên diyar kir ku hemû girtekên parastinê li sûkê ji aliyê pergala ewlehiyê ya taybet, çavdêrî, parastina ji agir û deriyên rewşên awarte ve ku hejmara wan 14 derî ne, dê werin girtin.

Têkildarî peymana razemeniyê, Edîb El-Hisên tekez kir ku peyman li gel Dîwana Edaleta Civakî bi armanca parastina mafên her du aliyan hatiye birêxistinkirin. Dema peymanê 3 salên û diker bê dirêjkirin. Her wiha ji hemû budçeyên aborî heta salekê hatiye efûkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî peymana razemeniyê, tenê dikanên ku bi madeyên paqij tên naskirin dê li Senterê bên vekirin û vekirina dikanên wekî sebze, goşt bi hemû cureyên xwe û hwd bi armanca parastina paqijiya cih hatiye qedexekirin.

(şx)

ANHA