Şêniyên Reqayê: Armanca Tirkiyeyê belavkirina fitneyan e

Hejmarek ji şêniyên bajarê Reqayê destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide fitneyan di navbera êlên Reqayê de belav bike, lê belê haya şêniyan ji van lîstokan heye û pê naxapin.

Şêniyên Reqayê: Armanca Tirkiyeyê belavkirina fitneyan e
19 mijdar, 2018   08:10

FECIR EL-XALID - HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Piştî pêşketinên QSD'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê, Tirkiye hewl dide bi êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zexta QSD'ê li ser DAIŞ'ê sivik bike û bala hemûyan bikişîne hedefgirtina Kobanê û Girê Spî.

Têkildarî êrîşên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ajansa me nêrînên hejmarek şêniyên Reqayê girtin. Şêniyan êrîşên terorîst ku hewl didin fitneyan li herêmên Bakurê Sûriyeyê biçînin, şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Ehemd Seyad El-Sultan wiha got: "Ez êrîşên Tirkiyeyê li dijî xaka me şermezar dikim. Erdogan hewl dide terorê derbasî herêmên me bike. Ew bi xwe serkêşê terorê ye. Em bang li gel û êlan dikin ku li hember vî êrîşkarî bisekinin û nehêlin tu kes bihosteke xaka me bibe. Can û ewledên me fedayî xaka xwe ne. Em dagirkirina Efrînê şermezar dikin û li ku derê dibin bila bibin, em li dijî zêdegaviyên Tirkiyeyê ne. Em ê Efrînê di zûtirîn demê de vegerînin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ebûd Mihêmîd El-Ewad ev tişt anîn ziman: "Êrîşên ku li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li Reqayê rû didin, armanca wan belavkirina fitneyan di navbera êlan de ye. Li Reqayê gelek êl û eşîr hene. Ji lew re Tirkiye hewl dide bi rêya sîxurên xwe tevliheviyê di navbera êlan de derxe. Lê em gelê Reqayê zana ne û haya me ji van komployan heye. Her çi qas hewl bidin lê nikarin bigihîjin armancên xwe."

Her wiha şêniyê bi navê Matar El-Şêx wiha axivî: "Em ewlehî, aramî, azadî û jiyana hevbeş ji welat re dixwazin. Em razî nabin ku destên xirab derbasî welatê me bibin û destkeftiyên ku piştî rizgarkirinê me bi dest xistine, têk bibin. Em bi hêvî ne ku hemû koçberên Sûriyeyê vegerin warên xwe."

Jina bi navê Senaa Mihemed El-Salih nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: "Peyama min ji bo hemû kesên ku dixwazin tevliheviyê di navbera gelê Reqayê de derxin ev e; em ê bi yekdestî li hember dijminan bisekinin û em ê nehêlin tu kes fitneyan di nav me de biçîne."

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Ehmed El-Hemûd jî wiha got: "Ez ji Erdogan re dibêjim; tu dixwazî di navbera gelê Reqayê de bi navê êlan fitneyan belav bikî. Lê ev xewna te dê pêk neyê. Em gelekî perwerdekirî ne û haya me ji van lîstokan heye. Em ê li hember hemû êrîşên li dijî xaka xwe bisekinin."

(şx)

ANHA