ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 .11.2018
19 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Gelê herêma Dêrikê cenazeyê şervanên YPG‘ê Şahîd Qereçox ê ji Fransayê û Elî Xebat ê ji Duhokê ber bi Deriyê Sêmalkayê ve oxir dikin, saet 09:00.

-Buroya Hevdîtina Olan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera rojbûna hezretî Mihemed şahiyekî li Mizgefta Selahedîn li dar dixe, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya Minbicê meştelek darên berhemdar vedike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca koorîndekirina kar bi Desteya Çandê û komîteyên rêveberiyên sivîl û xweser re dicive, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Serêkaniyê hêzên koalisyonê û QSD li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker duh hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de nûnerên QSD’ê diyar kirin ku eger dewleta Tirk yek bihost axa wan dagir bike wê bi awayek giştî li dijî Tirkiye yê şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek ji şêniyên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku Tirkiye hewl dide fîtneyan di navbera êlên Reqayê de belav bike. Lê haya şêniyan ji van lîstokan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê ku li Kampa Berxwedan dimînin gotin: "Em ê hemû astengiyan tehemul bikin, em ê li berxwe bidin û em ê vegerin bajarê xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şirketa El-Şemal a avakirinê ya li Tebqayê xebatên avakirina 'Tebqa Senter' didomîne. Ev proje mezintirîn projeyên ku li ser asta Bakurê û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin e. Tê payîn ku werşeyên kar di navîna Adara bê de karên xwe biqedînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-POLÎTÎKA

- Parêzer Azad Dostkî diyar kir ku hikumeta Iraqê bi destûrdayîna êrîşên dewleta Tirk re li dijî qanûnên xwe derdikeve û wiha got:“Ew hevkariya hikumeta Iraqê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jiyana hemû welatiyên herêmê dixê bin xetereyê.” (BI WÊNE).

-Siyasetmedarê Sûrî yê mûxalif Ehmed El-Durzî destnîşan kir ku Idlib ji bo hêzên bi nakok ên li Sûriyê bûye dîwar û kelema dawî û tekez kir ku libendemayîna çareseriyên Tirkiyê rijandina xwînê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê çalakiyan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriye ya şaxê Şehbayê Xada Hemdo diyar kir ku wan gavên giring di warê perwerdekirina jinan de avêtin da ku karibin rola xwe di warê siyasî de pêk bînin. Xada her wiha destnîşan kir ku ew ji bo rêgirtina li ber tundiya li ser jinan dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Akademiya Şehîd Zinar a Ciwana ya navçeya  Eyn Îsayê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan dewreyek perwredeyê ya destwerdana lezgîn bi dawî dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Eyn Îsayê têkidarî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Buroya Desteya Çandê şevbêrkeke helbest û stranên filklorî li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navnetewyî bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêşangeha pirtûkan a gerok li navneda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Çand û Hunerê wekî gavekê ji bo parastinê çandê 60 zarokên Efrînî yên li kampên Berxwedan û Serdemê fêrî waneyên mûzîkê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Desteka Derûnî ya Zarokan a Şehbayê desteka derûnî pêşkêş zarokan  bike û alîkariyan wan bikin da ku bandorên derûnî yên neyînî yên dagirkirina Efrînê û şerên ku lê rûdane de derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Reqayê piştî vegera şêniyan de tevgera avakirinê ji restorekirina avahiyên ku wêran bûne geş bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA