Di şerê di navbera hêzên dagirker de zarokek birîndar bû

Di şerê di navbera leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de  li Efrînê zarokek birîndar bû.

Di şerê di navbera hêzên dagirker de zarokek birîndar bû
18 mijdar, 2018   20:28

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku şerê di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji şevê din heya vê kêliyê didome û ragihand ku di şerê li taxa Mehmûdiyê de zarokek 10 salî bi parçeyên topan birîndar bû.

Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyên Efrînê.

Di şerê ku li jîngehên sivîlan rû dide de, top û çekên giran têne bi karanîn.

ANHA